Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin ku ev demeke dirêj e tu agahî jê nayê stendin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin ku ev demeke dirêj e tu agahî jê nayê stendin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin şertê tecrîdê ê giran de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û 34 meh in tu agahî jê nayê stendin, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê kirin.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ve hate kirin.
Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, bi hinceta “cezayên disîplînê” tê astengkirin. Dadgerî hejmara dosyayê ya têkildarî cezayê disîplînê parve nake.