ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta ku tê rakirin, wê çalakiya me bidome
Girtî Ethem Gokturk ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Yozgatê tê ragirtin, diyar kir ku dê çalakiya wan bi biryardarî bidome û banga hestiyarbûnê kir. -
HBDH’ê li Îzmîrê çalakiya sabotajê kir
Yekîneyeke girêdayî HBDH’ê ragihand ku 28’ê Kanûnê li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê wesayîta faşîstekî dan ber agir. -
KCK: Em di sala 2024’an de têkoşînê geş bikin û bi ser bikevin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sala nû ya gelan pîroz kir û got: “Di sala 2024’an de berpirsyariya me ya dîrokî, ew e ku em sîstema qirker û modernîteya kapîtalîst hilweşînin û Modernîteya Demokratîk hîn bêhtir bixin meriyetê.” -
'Sala 2023’an ji bo rojnamevanên Kurd bû sala berxwedana li dijî zextan'
Di 11 mehên dawî de 134 rojnamevanên ku piraniya wan Kurd in hatin binçavkirin û 33 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevanên Kurd di 2023’an de bi zextan, binçavkirin û girtinan re rû bi bû man. -
ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kaya giran e
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Engîn Aktaş û Abdûlalîm Kaya giran e û xwestin demildest werin berdan. -
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan Nobetên Edaletê didomin
Nobetên Edaletê yên ku li E deneyê, Amed, Wan, Mêrsîn û Stenbolê hatîn destpêkirin, bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” dewam kirin. -
‘Divê tecrîda li Îmraliyê demildest were rakirin, em girtiyan silav dikin’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreya partiya xwe ya Bedlisê de axivî û got ku divê demildest tecrîda li Îmraliyê were rakirin. -
Malbat ji bo sivîlên ku di bin çavan de û li Roboskiyê hatine qetilkirin, hatin ba hev
ÎHD û xizmên windayan aqûbeta Mehmet Ozdemîr û Necmî Çaçan pirsîn û bal kişandin ser komkujiya Roboskiyê. -
Dayikên Şemiyê: Di sala nû de wê biryardariya me mezin bibe
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku sala 2023’an bû sala binçavkirin û darizandinan û gotin: “Di sala nû de em ê biryardariya xwe mezin bikin.” -
Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Serxwebûn derket
Hejmara Kanûnê ya rojnameya Serxwebûn bi manşeta “Di Sala Pêngavê 2023’an de Artêşa Tirk Çok Tewand” derket. -
Kalkan: Em ê di sala 2024'an de bi hêztir şer bikin û serkeftinek mezin bi dest bixin - NÛ BÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, anî ziman ku têkoşîna sala 2023'yan ji sala 2024'an re mîrateyek mezin hiştiye û got, "Di sala 2024'an de em ê hê bêhtir fedaîbin, bi hêztir şer bikin û serkeftine mezin bi dest bixin.” -
Azadiya îfade û hunerê bi qanûnan hat astengkirin
Di sala 2023’an de bi qanûna dezenformasyonê re li ser rojnameger û gelan zexta azadiya îfadeyê hat meşandin. Hunermend hatin kuştin, girtin an jî pêşandan û hunerên wan hatin astengkirin. -
Taşkin: Girtîgeh veguherîn qadên berxwedanê
Di nava salê de li girtîgehan bi hezaran binpêkirinên mafan hatin kirin. Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Parêzer Firat Taşkin anî ziman ku girtîgeh ku bûne cihên îşkence, zext û mirinê, li dijî binpêkirinên mafan veguherîne qadên berxwedanê. -
Ozturk Turkdogan: Tirkiye bûye welatê bêhiqûqiyê
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan anî ziman ku bêhiqûqiya sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Divê demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.“ -
ROJEVA 30’Ê KANÛNA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kudistan û Cîhanê. -
Li Swîsreyê bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomin
Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dimînin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê protesto kirin. -
Rojnamevan Karabay hat girtin
Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay ê hatibû binçavkirin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlh ve hate girtin. -
‘Gelê Kurd li Enetoliyê roleke navendî dilîze’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku gelê Kurd piştî bi hezaran salan li erdnîgariya Enetoliyayê roleke navendî dilîze û wiha got: “Kurd êdî ji cihê ji bo wan hatibû diyarkirin derketin.” -
‘Ji komkujiyên Mereş û Roboskiyê dewlet berpirs e’
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê kesên di komkujiyên Mereş û Roboskiyê de hatin qetilkirin, bi bîr anîn û got ku dewlet ji van her du komkujiyan berpirs e. -
Egîtîm Sen: Yên navê Esat Oktay Yildiran li dibistanê kirîn, bila bên cezakirin
Egîtîm Senê xwest ku kesên di lêkirina navê Esat Oktay Yildiran a li dibistaneke Bucayê ya Îzmîrê de berpirsyartiya wan heye, bên cezakirin. -
Baroya Rihayê gilî li ‘akademîsyena’ nîjadperest kir
Baroya Rihayê gilî li Doç. Dr. Tûba Işik kir û xwest ku were cezakirin. Tûba Işik derbarê qurbaniyên Roboskiyê li ser medyaya dîjîtal parvekirineke nîjadperest kir. -
'Lihevkirina bajaran ne tenê modela hilbijartinê ye'
Endamê Meclîsa DEM Partiyê Mûrad Mihçi anî ziman ku lihevkirina bajaran wê ne tenê weke modela pêvajoya hilbijartinê bimîne û got: “Ji bo demê pêş jî wê bibe modela rêxistinkirinê.“ -
Dûran Kalkan: Pêvajoya paqijkirina dagirkeran destpê dike - NÛ BÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku sala 2023’yan weke gel, jin û ciwanan wan li ber xwe da û çalakiyên dawî yên gerîlayan weke destpêka paqijkirina dagirkeran pênase kir. -
Parêzer û malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin
Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.