ROJANE
Hemû Nûçe
-
Milîsên HBDH’ê li dijî polîsan çalakî kir
Hate ragihandin ku milîsên HBDH’ê li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî li dijî mala polîs Huseyîn Serînyol pêk anîn. -
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê: Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê qala tecrîd û grevên birçîbûnê kirin û diyar kirin ku rêxistinbûneke xurt divê li hemberî wê derkeve holê. Ciwanan got, “Îro em hemû di bin tecrîdê de ne. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.” -
‘Tirkiye divê ji vê rejîma terorê rizgar bibe’
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku divê Ewropa û NATO sûcên şer ên dewleta Tirk bibîne û got: “Komeke mafyayê, dest daniye ser dewleteke stratejîk. Tirkiye divê ji vê rejîma mafya û terorê rizgar bibe.” -
ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hatin eşkerekirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê encamên hilbijartinên encumenên parêzgehan eşkere kir. -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: Li Tekîrdagê 7 kes hatin girtin
Ji 15 kesên ku li Tekîrdagê di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 7 kes hatin girtin. -
Ji bo Roboskiyê kom bûn: Kujer wê hesabê bidin!
Di salvegera 12’emîn a Komkujiya Roboskî de, xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin. -
Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê xwestin ku tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe
Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û gotin ku tecrîd çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dike. -
Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan cejna Batizmiyê li gelên Rojhilata Navîn pîroz kir
Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan a Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî cejna Batizmiyê li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 34 meh in agahî jê nayê girtin, serlêdaneke nû kirin. -
HBDH: Em ê hesabê komkujiyan bipirsin
HBDH’ê bal kişand ser dîroka komkujiyên dewleta Tirk û got: “Çiqas sal derbas bibin jî, em ê kujeran efû nekin û hesabê bipirsin. Ji bo pêşgirtina komkujiyên nû, em ê têkoşîna yekbûyî mezin bikin û faşîzmê têk bibin.” -
10 roj cezayê hucreyê li girtiyên di greva birçîbûnê de hate birîn
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr ragihand ku girtiyên ku li girtîgehên Tekîrdag, Antalya û Sîlîvriyê di greva birçîbûnê de, ev 10 roj in cezayê hucreyê li wan hatiye birîn. -
CÎK’ê qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê bi bîr anî
CÎK’ê bi daxuyaniyekî qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê bi bîr anî û nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. -
Zozan Çewlîg: Em ji sala 2024’an re amade ne!
Ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg diyar kir ku YJA Star bi hêza xwe ya cewherî îsal kir salekî dîrokî yê berxwedaniyê û got: “Em ji sala nû re amade ne.” -
ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
PÎK: Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi ruhê neteweyî tevbigerin
PÎK’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava şermezar kir û got, “Dewleta Tirk li hemberî gele Kurd komkujiyek daye destpêkirin. Pêwîste hemû partiyên Kurd û gelê Kurd li dijî dewleta Tirk bi ruhekî neteweyî tevbigerin.” -
Koordînasyona Êzidiyan: Dewleta Tirk sûcê şer dike, divê bêdeng nemînin
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang kir ku li hemberî şer û sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin. -
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê eşkere bûn
Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bûn serokwekîlên Koma DEM Partiyê. -
Êrîşên dagirkeriyê li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. -
Sebahat Tûncel: Em li dijî tecrîda Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê dikin
Siyasetmedara Kurd a dîlgirtî Sebahat Tûncel ragihand ku wê li dijî tecrîda Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê bike. -
Nobeda Edaletê li Îzmîrê jî destpê kir
Bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' li Îzmîrê jî çalakiya Nobeda Edaletê destpê kir. -
Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê bang kir: Bikevin nava liv û tevgerê
Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê xwest, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi cih bêne anîn û bang li rêxistinên neteweyî û navneteweyî kir ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan bikevin nava liv û tevgerê. -
Li Enqereyê li pêşiya DEM Partiyê provokasyon
Komek ji provokatoran li ber avahiya DEM Partiyê ya li Enqereyê li hev kom bû. -
Gurkan: Desthilatdariya AKP’ê bi çargavî ber bi faşîzmê ve diçe
Endama Desteya Rêveber a Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkanê anî ziman ku AKP bi polîtîkayên zext û zorê dixwaze desthilatdariya xwe xurt bike û got: "Piştî hêza ku ji hilbijartinên dawî standî, bi çargavî ber bi faşîzmê ve diçe." -
Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta ku em encam werdigirin, em ê çalakiyê bidomînin
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Karak wiha got: “Em ê bi ruhê fedayî yê Zîlanê daxwaza azadiya Birêz Ocalan bidomînin. Heta ku em encamê werdigirin, em ê di çalakiyê de bin.”