ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta ku em encam werdigirin, em ê çalakiyê bidomînin
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Karak wiha got: “Em ê bi ruhê fedayî yê Zîlanê daxwaza azadiya Birêz Ocalan bidomînin. Heta ku em encamê werdigirin, em ê di çalakiyê de bin.” -
ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 14’an de ye
Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 14'an de berdewam dike. -
Nobetên Edaletê: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
Di Nobetên Edaletê de tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin û hat destnîşankirin ku heta tecrîd neyê rakirin, wê çareserî ne pêkan be. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serlêdaneke nû ya ji bo hevdîtinê kirin. -
DEM Partî: Li Rojava sûcê şer tê kirin, em bikevin nava liv û tevgerê
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê got: “Bombekirina binesaziyên sivîl, sûcê şer e. Dawî li êrîşên li ser Rojava bînin. Em bang li raya giştî ya demokratîk û hemû kesên dijberên şer dikin ku bikevin nava tevgerê.” -
Li 32 bajaran bi sedan kes hatin binçavkirin
Di serî de li Enqere, Stenbol û Îzmîrê li 32 bajaran bi sedan kes hatin binçavkirin ku rêveberên DEM Partiyê jî di nav de ne. -
‘Wê di hilbijartinên herêmî de paradigmaya rêya 3’yemîn şênber bibe’
Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir, destnîşan kir ku berxwedana Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê mohra xwe li sala 2023’yan xistiye û got ku, di hilbijartinên herêmî de paradigmaya rêya 3’yemîn wê şênber bibe. -
Li Îzmîrê hevserokên ANYAKAYDER’ê hatin binçavkirin
Li Îzmîrê bi ser malan de hat girtin û hevserokên ANYAKAYDER’ê jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. -
ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Navenda oksîjenê ya li Qamişloyê hate bombekirin
Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de yekane navenda oksîjenê ya li Qamişloyê ji xizmetê derket. -
KON-MED: Li dijî êrîşên dewleta Tirk divê li hemû qadan berxwedan bê mezinkirin
KON-MED’ê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava da û diyar kir ku divê her kes li dijî van êrîşan li her qadê berxwedanê mezin bike. -
Çalakgerên Nobeta Edaletê name ji Rêberê Gelê Kurd re şandin
Li Amed, Stenbol û Wanê çalakiya Nobeta Edaletê berdewam kir. Malbatan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name şandin. -
DEM Partî: Em li dijî desthilatdariyê bibin xwedî helwest
DEM Partî, li ber êrîşên li hember Meclîsa Ciwanan rabû û got, "Em bang li her kesî dikin ku li dijî siyaseta şer û mirinan ku ji aliyê desthilatdariyê ve tê gurkirin bibin xwedî helwest.” -
Serlêdana bernamzetiyê ya ji bo DEM Partiyê îro bi dawî dibe
Pêvajoya serlêdana bernamzetiyê ya ji bo DEM Partiyê îro bi dawî dibe. -
Şahîn: Hikumet berpirsyarê xizaniyê ye
Serokê berê yê SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn destnîşan kir ku berpirsyarê xizanbûyîna bajarê Wanê hikumet bi xwe ye. -
ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Qibrisê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dewam dikin
Li Qibrisê çalakiyên ji bo piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dewam dikin. -
Piştî kongreya ciwanan 60 kes hatin binçavkirin
Hejmara kesên piştî kongreya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin derket 60’an. -
Lêpirsîn derbarê Kongreya Ciwanan a Dem Partiyê de hat despêkirin
Derbarê 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de lêpirsîn hate destpêkirin. -
Piştî kongreyê polîsan êrîşî ciwanan kir: Herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
Li Amedê piştî ku Kongreya Ciwanan a DEM Partiyê bi dawû bû, polîsan êrîşî ciwanan kir. Herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin. -
Çalakiya Nobeta Edaletê: Heta tecrîd bi dawî dibe wê têkoşîna me berdewam bike
Çalakiya Nobeta Edaletê, ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatî destpêkirin, bi bîryardarî dewam dike. -
Bakirhan: Kurd amade ne, hûn jî amade bin, fermo berê xwe bidin Îmraliyê
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li kongreya Meclîsa Ciwanan a partiya xwe axivî û diyar kir ku aştî tenê bi diyalog û danûstandinan dikare pêk were. Bakirhan got, Kurd ji vê yekê re amade ne. -
HBDH: Em ê bi têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî hesabê Mereşê bipirsin
HBDH'ê ragihand ku Komkujiya Mereşê yek ji pêvajoyên tarî yên dîroka komkujiyan e û got, "Em ê bi têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî hesabê vê komkujiyê bipirsin." -
'Şêx Seîd li dijî xiyaneta dewleta Tirk pêşengî ji têkoşîna gel re kir'
Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmed Tûrhalli diyar kir ku yên dewleta Tirk ava kirin, xiyanet li gelê Kurd kirin û got, Şêx Seîd li dijî vê xiyanetê ji bo mafê gel pêşengî ji têkoşînê re kir.