ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Dayikên di Nobeda Edaletê de ne diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin û banga xwedîderketina li çalakiyê kirin.
- Endama PAJK'ê Viyan Leyla got, "Li dijî jiyana ku sîstem ferz dike, divê têkoşîneke rêxistinbûyî bê meşandin. Wekhevî, hurmet û bawerî nebe, îradeya azad jî nîne."
- Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmût Dîndar bang kir ku heta şikandina tecrîdê dengê dayikên di Nobeda Edaletê de ne bê bilindkirin û xwest, Îmrali bê girtin, deriyê aştiyê bê vekirin.
Nivîskara pirtûka 'Berxwedan: Berxwedana gelê Kurd a li dijî qirkeriya Erdogan' Laûra Schrader a Îtalî got, "Li pişt berxwedana xurt a gelê Kurd mijar û navekî hevpar heye: Ocalan û fikrên wî."
- Qeyûmên ku ji sala 2016'an û vir ve dest danîne ser Şaredariya Elbakê, navê hin kesê ku îdîa dike serokeşîr e, li hin rê û kolanan kir.