HBDH: Em ê îsal jî hesab bipirsin, şer bikin û bi ser bikevin

HBDH'ê ragihand ku di sala 2023'an de milîsên wan 160 çalakî kirine û destnîşan kir ku sala 2024'an wê bibe sala serketinê.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyên sala 2023'an ên milîsên HBDH û Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBHD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku milîsên wan di nava sala 2023'an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 160 çalakî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sala 2023'an bû saleke biryardariya li ser şerê li dijî faşîzmê û têkildarî sala 2024'an hate gotin, "Niha saleke nû destpê dike. Li dijî her cûre êrîşên faşîzmê em ê ji eniya bindestan bersivê bidin û sala 2024'an bikin demeke ku faşîzmê hildiweşîne. Sala 2024'an wê bibe ew sal ku dirûşma 'hilweşîna faşîzmê û serxistina azadiyê' ya têkoşîna şoreşa yekbûyî li her derê bilind bibe. Em ê îsal jî hesab bipirsin, şer bikin û bi ser bikevin'."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna wan a li kampusan, febrîqeyan, kolanan wê di sala 2024'an de hîn mezin bibe û hate gotin, "Desthilatdariya faşîst wê li her derê yekî ji me bibîne. Wê îsal jî li şervanên şoreşa yekbûyî rast bên. Li ber me bigerin jî em ê êşên ku bi gelê me dane kişandin bînin bîra wan! 2024 wê ji bo desthilatdariya faşîst bibe saleke ji tirsê, ji bo gelê me jî bibe saleke ji hêviyê."