Nameya Çîftçî ya 'sansurkirî' ji Îmraliyê re hate şandin
Nameya girtiyekî ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû nivîsandin, lê bi hinceta 'bi fikar e' hatibû desteserkirin, bi şertê ku hin hevok bêne jêbirin, hate şandin.
Nameya girtiyekî ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû nivîsandin, lê bi hinceta 'bi fikar e' hatibû desteserkirin, bi şertê ku hin hevok bêne jêbirin, hate şandin.
Girtiyê bi navê Selamî Çîftçî ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê tê ragirtin, di 18’ê Kanûna 2023’yan de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in agahî jê nayên girtin, name şandibû.
Lê Desteya Îdare û Çavdêriyê dest danîbû ser nameya Çîftçî.
Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê bi îdiaya “bi fikar e”, name neşandibû û biryar da ku bê muhefezekirin.
Li ser vê yekê Çîftçî li Dadgeriya Înfazê ya Rihayê îtîraz kir.
Dadgeriyê jî ev daxwaz nirxand, îtîraz qebûl kir, biryara Desteya Rêveberî û Çavdêriyê red kir, beşên ku weke “bi fikar e” hatine diyarkirin xêz kir û biryar da ku name ji Îmraliyê re bê şandin.
Nameya ku Çîftçî bi Kurdî ji Abdullah Ocalan re nivîandiye, piştre jî ji Girtîgeha Îmraliyê re hate şandin.