Qeyûm navê 'serokeşîran' li kolanan kir

Qeyûmên ku ji sala 2016'an û vir ve dest danîne ser Şaredariya Elbakê, navê hin kesê ku îdîa dike serokeşîr e, li hin kuçe û kolanan kir.

Qeyûmê talanker ên ku li Wanê navên Turkoglu, Kurşun Asker, Leşkerê Nenas, Girtîgeh, Polîs, Şêx Şamil danîbûn kolan û kuçeyan, niha jî navên kesên ku bi îdiaya serokên eşîrên Elbakê ne, li hin kuçe û kolanan danî.

Li Elbakê navê Îskender Ertûş ê ku hîn sax e, di sala 2016'an de Federasyona Eşîrên Kevin ava kir û dibêje ew her tim li aliyê dewletê ye, li kolanekê kir. Gel bertek nîşanî vê yekê da.

Li Wanê demek dirêj dewlet li ser eşîran lêkolînê dike. Piştî ku di sala 2016’an de Federasyona Eşîrên Kevin hat damezrandin, komeleyên eşîran dest bi vekirinan kirin. Walî M. Emîn Bîlmezê ku di sala 2021'an de beşdarî vekirina Komeleya Eşîrên Pinyanişê bû destnîşan kir ku eşîr di dîrokê de li cem dewletê rawestiyane û ji niha û pê ve jî wê li cem dewletê bin.