Tevî ku cezayê wî qediyaye nayê berdan
Tevî ku 30 sal cezayê girtîgehê yê li girtiyê nexweş Fîkret Guzelaydin (69) hatiye birîn xelas bûye jî nayê berdan.
Tevî ku 30 sal cezayê girtîgehê yê li girtiyê nexweş Fîkret Guzelaydin (69) hatiye birîn xelas bûye jî nayê berdan.
Girtiyê nexweş Fîkret Guzelaydin (69) ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê tê ragirtin, diviya di 30’ê kanûnê hatibûya berdan lê nehate berdan. Tevî ku 30 sal cezayê hefsê yê bi îdiaya “Yekitî û yekparebûna dewletê xera kiriye” li Guzelaydin hate birîn xelas bûye jî nayê berdan. Sedemê neberdana Guzelaydin jî kirin hin pirtûkên hefteyên borî di serdegirtina qawişê de hatine desteserkirin.
Ji ber pirtûkên ku bi hinceta “Zanîna Kurdbûn û Kurdistanîbûnê zindî dihêle” hatine desteserkirin, derbarê 50 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin.
Ji ber derbarê Guzelaydin jî lêpirsîn hatiye destpêkirin nehate berdan. Tevî ku di mejiyê wî de tumor heye, kezeba wî mezin dibe û nexweşiyên sinuzît, migren, ulsera mîdeyî, perçiqîna demaran, hipertansiyon pê re heye û ji sedî 10 demarên wî girtî ne jî ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” hate dayîn.
Malbata Guzelaydin, diyar kir ku têkildarî astengkirina berdana Fikret Guzelaydin rayedarên girtîgehê ti agahiyeke zelal nedane wan. Ferdên malbatê bi lêv kirin ku Guzelaydin ê her ku diçe rewşa tenduristiya wî nebaş dibe êdî nikare di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne û xwestin demildest were berdan.