Endamên Zafer Partiyê xwestin ciwanekî Kurd bikujin
Xwendekarê Kurd ê Elewî yê ku li Zanîngeha Koç a Stenbolê bi dixwîne, ji aliyê xwendekarên Zafer Partiyê yên ku di odeyekê de ddimînin, rastî êrîşa nîjadperest hat ûhewl dan wî bikujin.
Xwendekarê Kurd ê Elewî yê ku li Zanîngeha Koç a Stenbolê bi dixwîne, ji aliyê xwendekarên Zafer Partiyê yên ku di odeyekê de ddimînin, rastî êrîşa nîjadperest hat ûhewl dan wî bikujin.
F.B. ê 21 salî ku bi bûrsa tam li Zanîngeha Koçê dixwîne ji aliyê hevalên xwe yên odeyê ve rastî êrîşa nîjadperestî hat.
F.B. li Ewropayê 2 caran bûye yekeml li TUBITAK’ê di fîzîkê dde bûye yekem û di kîmyayê de jî bûye duyem û li gelek zanîngehên welat û dervayê welêt ji bo xwendinê hatiye vexwendin,. F.B. ji ber xizaniyê biryar da ku li Zanîngeha Koçê beşa fîzîkê bixwîne. Li yûrda zanîngehê bi cih bû.
'DIVÊ ELEWÎ Û KURD BÊN QIRKIRIN’
F.B. Ji ber nasnameya xwe ya Elewî ji aliyê Hasan Ege K. û Arda D. ê ku di heman odeyê de dima, dest bi tundiya fîzîkî û derûnî li wî kirin. Tundiya fizîkî û psîkolojîk a di saetên êvarê destpê dikir, veguherî hewldana kuştinê.
15'ê Mijdarê di saetên êvarê de F.B. dema vedigeriya odê rastî êrîşa Hasan Ege K. û Arda D. hat û hewldan wî bikujin. F.B. ê ku piştî êrîşa Hasan Ege K.ê bi kemberê ji odê çû serşokê, Arda D.yê ku xwest utuya germ deyne ser rûyê wî û bi kêrê ew bi giranî birîndar kirin.
Di 5’ê Mijdara 2023’yan de êrîşên li ser F.B. ê di dema amdekariya ezmûnan de, li ser pirsa Hasan Ege K. got ku ew Elewî ye û rastî êrîşa devkî ya Hasan Ege K. hatiye. Hasan Ege K., amaje bi F.B. kir û got, “Mîna ku tu Kurd î ne bes e, Elewî yî jî? Tu gay î. Divê rojhilatê Tirkiyeyê bi tevahî bê şewitandin. .Divê hûn qebûl bikin ku hûn xulam in û îteat bikin. Hûn qewmê binketî ne, divê bên qirkirin. Em te li odeya xwe naxwazin. Heke tu neçî em ê te bikujin” bi vî awayekî eşkere gef lê xawrin. Bi van gefan re hasan Ege K. bi kemerê êrîşî F.B. kir û hewl da utuyagerm li ser rûyê wî deyne. Li ser F.B. xwe ji êrîşan parast ev êrîşê wan bê encam man.
HEWLDAN WÎ BIKUJIN
Êrîşên li ser F.B.ê di navbera 13 û 14’ê Mijdarê de destpê kirin û ji ber vê yekê newêrîbû biçe odeya xwe. Di 15’ê Mijdarê de dema çû oda xwe tişta ku jiyabû ji aliyê parêzerê wî ve di belgeyên lêpirsîna ku ji aliyê dozgeriyê ve hat kirin de wiha hat gotin: “Hesen Ege dîsa bi devkî û fîzîkî taciz li muwekîlê min kir, utuya germ nêzî rûyê muwekîlê min kir. Piştî ku muwekîlê min li emniyetê geriya, Hasan Ege utu li erdê hişt.”
Êrîşên di navbera F.B.yê ku di navbera 13-14'ê Mijdarê de ditirsiya biçe odeya xwe pêk hatin û di 15'ê Mijdarê de dema çû oda xwe tiştên ku jiyabû parêzerê wî di belgeyên lêpirsîna ku ji aliyê dozgeriyê ve hatiye kirin de wiha got: Hasan Ege dîsa bi devkî û fîzîkî taciz li muwekîlê min kir, hesin germ kir û nêzî rûyê muwekîlê xwe kir, muwekîlê min çû yûrgehê, dema telefonî emniyeta xwe kir Hasan Ege hesin li erdê hişt.”
F.B.ê ku bersiv neda gefên Hasan Ege K. ji odeyê derket û çû serşoyê û dema vegeriya Arda D. rastî êrîşa fîzîkî hat. Tişta qewimî di rapora lêpirsînê de wiha hat gotin: “Dema ku muwekîlê min deriyê odeyê vekir, Arda bi amûra birîn a di destê xwe de xwest qirika muwekîlê min bibire. "Piştî ku muwekîlê min li ber xwe da Arda D. nikarî qirika muwekîlê min bibire, zik û rûyê wî birîndar bû." F.B. ê ku alarma şewatê pêxist û ji bo ku ji êrîşê xilas bibe xwe li tuwaletê girt, piştî ku alarma şewatê rawestiya û kes nehat alîkariya wî, bi tena serê xwe neçar ma ku biçe navenda tenduristiyê. Der barê êrîşê de ne rayedarên zanîngehê û ne jî xebatkarên wargehê tiştek nekirin.”
ÊRÎŞKARAN PESNÊ ZAFER PARTIYÊ DANE
Hasan Ege K. û Arda D. ên ku di lêpirsînê de êşkence û êrîşan qebûl nekirin, ji êrîşê F.B sûcdar kirin û îdia kirin ku tacîza zayendî li wan kiriye.
Qeydên deng ên ku F.B ji bo êrîşan qeyd bike di dosyeya lêpirsînê de cih girt. Di qeydên deng de gotinên Hasan Ege K. yên ku pesnê Partiya Serkeftinê ya nîjadperest dide bal kişand.
F.B.: Ma Cihû Aryenî ne?
Hasan Ege: Na ne wisa ye
F.B.: Eeee?
Hasan Ege: Hûn û Cihû pir dişibin hev, hûn ê di bin desthilatdariya Zafer Partiyê de jî tiştên wisa bijîn.
Ji ber ku tevî qeydên deng û wêneyên êşkenceyê tiştek bi êrîşkaran nehat kirin û tenê şertê kontrola edlî dan Arda D. bû sedema bertekan. Parêzerê F.B. Alper Sarica, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da û diyar kir ku îdiaya ku wî destdirêjiya zayendî li F.B. kiriye, hat redkirin, lê ji ber ku êrîşkar serbest in jiyana muwekîlê wî di xetereyê de ye.