ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Wê li paytexta Fransa Parîsê, bi boneya salvegera 11’emîn a komkujiya 9’ê Çileyê meşek were lidarxistin.

-Wê çalakiyên xizmên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bên şopandin.

-Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku li Îmraliyê zordestî ketiye dewsa hiqûqê û wiha got: “Kesên ku tecrîda li ser muwekîlê me Abdullah Ocalan tê meşandin nabînin û nabe qala hiqûqê bikin, durûtî ye. Heke qanûn be bila pêşî li Îmraliyê pêk were!”

-Kurê girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya yê 85 salî, Îsmaîl Kaya anî ziman ku bavê wî ji sedî 93 astengdare û nikare di girtîgehê de bijî û xwest bavê wî demildest bê berdan.

-Qanûna Jinê di sala 2014’an de hate derxistin. Qanûna Jinê ku ji 27 bendan pêk tê mafên jinan diparêze û misoger dike. Her wiha di civakê de guherîn û veguherînê çêdike.

-Qanûna Jinê di sala 2014’an de hate derxistin. Qanûna Jinê ku ji 27 bendan pêk tê mafên jinan diparêze û misoger dike. Her wiha di civakê de guherîn û veguherînê çêdike.