Têkildarî 9 wekîlan fezleke pêşkêşî meclîsê hate kirin

Fezlekeyên têkildarî 9 wekîlên DEM Partî, CHP û TÎP'ê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hatin kirin.

Ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya 9 wekîlên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî); Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) fezleke pêşkêşî meclîsê hatin kirin.

Fezleke li hemberî 4 wekîlên DEM Partiyê, 4 wekîlên CHP'ê û wekîleke TÎP'ê hatin amadekirin û ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve radestî Komîsyona Têkel a Desteya ji Endamên Komîsyona Edalet û Destûra Bingehîn hatin kirin.

Wekîlên ku fezleke li hemberî wan hatine amadekirin ev in:

"Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîhe Aydenîz, Parlamentera Îzmîrê ya DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûk, Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik, Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Kezîban Konûkcû Kok, Parlamentera Stenbolê ya TÎP'ê Salîha Sera Kadigîl, Parlamenterê Rihayê yê CHP'ê Mahmût Tanal, Parlamentera Îzmîrê ya CHP'ê Gokçe Gokçen, Parlamenterê Edeneyê yê CHP'ê Ayhan Barût û Parlamenterê Dîlokê yê CHP'ê Melîh Merîç."