Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrne û Kandirayê kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Girtîgeha Edîrne û Kandirayê kirin û gotin: “Me der barê stratejiyên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd, grevên birçîbûnê û hilbijartinên xwecihî de danûstendin kir."

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, duh li Girtîhgeha Kandirayê bi Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, siyasetmedar Gultan Kişanak, Semra Guzel û Nûrhayat Altûnê re û îro jî li Girtîgeha Edîrneyê bi Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçuk Mizrakli re hevdîtin kirin.

Piştî serdanan hevserokan bi nivîskî daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku der barê hilbijartinên xwecihî, pirsgirêka Kurd û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin de hevdîtin kirine û guh li pêşniyaz û dîtinên siyasetmedarên girtî kirine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Me der barê stratejiyên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd, grevên birçîbûnê û hilbijartinên xwecihî de danûstendin kir."

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber mirina bavê wî li ser navê partiyê, gel, pêkhateyên partiyê, saziyên civaka sivîl û hemû dost û hogiran sersaxî xwestine û Demîrtal jî ji ber xwedîderketina li şîna bavê wî malavayiya her kesî kiriye.