Rapora 2023: 280 rojnamevan hatin darizandin, 57 rojnamevan girtî ne

Li gorî rapora DFG'ê ya sala 2023'an, 280 rojnamevan hatin darizandin, 57 rojnamevan jî girtî ne.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 4’emîn, li avahiya xwe ya Semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a 2023’yan” parve kir. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, endam û rêveberên komeleyê û gelek rojnamevan tevlî daxuyaniyê bûn.

Ropara bi zimanê kurdî ji hêla rojnamevan Hakki Boltan û ya bi tirkî jî ji hêla Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ve hate xwendin.

Boltan, Rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a 2023’yan wiha eşkere kir:

“Îro em bi mabesta aşkerakirina rapora binpêkirinên li ser rojnamevanan ya 2023’an hatin gel hev. Ev roj salvegera damezrandina Komaleya Rojnamevanan ya Dîcle Firatê ye jî. Ji roja destpêka damezrandina xwe ve komaleyê ji bo êriş û binpêkirinên li dijî rojnamevanan pêk tên bişopîne zend û bendan bada. Di nava van 4 salên xwe de Komaleya Rojnamevanan ya Dîcle Firatê îmzeya xwe danî bine gelek xebatên giranbuha. Komale bi van xebatên xwe bû saziya refarans ya ji bo şopandina mafên rojnamevanan. Bi vê wesîleyê rêveber û endamên kameleyê yên keda wan di van xebatan de derbas bûye û dostên me yên ku piştgiriya xwe kêm nekirin re cereke din sipas dikin. Di hizûra we kedkarên çapameniyê de salvegera 4’emîn damezrandina DFG’ê careke din pîroz dikin.

120 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN

Kedkarên hêja yên çapameniyê, li ser rûyê erdê pêwîstî pê heye ku herî zêde rojnamevan bên parastin. Mixabin binpêkirinên sala 2023’an jî ji vê nirx û rûmetê bê par e û derbarê binpêkirinên mafên rojnamevanan de wek tabloyeke reş disekine. Li gorî daxuyaniya Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ya 31’ê Kanuna 2023’an, 11 jê jin 120 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Federasyonê desnîşan kir ku isal di giştiyê cîhanê de ji sedî 68’ê rojnamevanan li Gazzeyê hatine kuştin. Di şerê li Gazze'yê de 75 rojnamevanên Filistinî, 4’ê Îsraîlî û 3 jî Lubnanî hatin kuştin. Li Suriyeyê kuştina 3 rojnamevanan pêk hat. Edîtorê Ajansa Rojnewsê Rojnamevan Silêman Ehmed 72 roj e ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye ravandin.

BI TABLOYEKE BEROVAJÎ HÊVIYAN DERÎ LI XWE GIRT

Di 2023’yan de li walatê me jî pêkhatina azadiya çapameniyê û azadiya raman bi tabloyeke berovajiyê hêviyan derî li xwe girt. Tirkiyeyê wek her salên borî di sala 2023’an de jî dev ji siyaseta xwe ya zext û binpêkirinên li ser rojnamevanan berneda. Serdema krîza erdhejê dihat jiyîn jî hevpîşeyên me yên ku li qadê karesata erdhejê dişopandin bi polis û cendirmeyan hatin astengkirin. Bi dehan rojnamevan ji ber nûçeyên xwe yên li ser karesata erdhejê lêpirsînê re rû bir û man. Di dema karesata erdhejê de rojnamevaniya ku li gor feyde û berjewendiyên civakê pêk dihat ji aliyê desthilatdariyê ve hat astengkirin. Desthilatdariya heyî mafê wergirtina agahiyan ya gel bi van kiryarên xwe tune dihesiband. Di çarçoveya mijarê karesata erdhejê de ji bo ku tedbir nehatin girtin û di erdhejê de 25 xebatkarên çapameniyê jiyana xwe ji dest dan em wan bi rêzdarî bibîr tînin.

HEVSEROKA ME DÎCLE MUFTUOGLÛ HÊJ JÎ DI GIRTIGEHÊ DE YE

Dema em binpêkirinên mafên rojnamevanan ên di nava salê de pêk hatine û di binê 5 sernavan de hatin qeydkirin mêzekin emê bibinin ku li dehan rojnamevanan lêpirsîn hatine vekirin, hatine binçavkirin û bi rengeke keyfî û bê hiquq hatine girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda xwe Amed bûn û di 8 Hazîran 2022’an de dest pêkir 16 rojnamevanên kurd hatin girtin piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan. Di lêpirsîna 25’ê Cotmeha 2022’an ku ji navenda Enqereyê dest pêkir û 9 rojnamevanên kurd bi zilmeke heman rengî hatin maxdurkirin. Di 25 û 29’ê Nisana 2023’an de jî bi du lêpirsînên din rojnamevanên hatin binçavkirin bi mehan di girtîgehê de hatin hiştin. Hevseroka me Dicle Muftioglu ku di nav wan de bûn hê jî di girtîgehê de ye û nehatiya berdan.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê li gel van hemû mînakan di 2023’an de imza xwe avêtin binê vê kiryara nû ya qaşo “rojnamevan bi nûçeyên xwe peywirdarên li dijî terorê hedef didin nişandan”. Rojnamevan bi van angaştan hatin tewambarkirin. Bi vê munasebetê rojnamevan hatin binçavkirin. Fırat Can Arslanê ku di nava 5 rojnamevanên hati binçavkirin de cih digirtin bi xala TMK 6/1 a 1991’an hate girtin. Dîsa Edîtorê Gerçek Gundemê Furkan Karabay Bi boneya "peywirdarê li dijî terorê hedef nişan daye” û “tomet li wan kiriye” hat tewambarkirin û di rojên dawiya salê de hat girtin.

JI BER ZAGONA SANSURÊ LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN

Bi van minakan aşkera bû ku zagona 7418 ku bi navê “zagona dezeformasyonê” desthilatdariyê di 2022’ de derxist çawa berovajiyê armanca navê zagonê, weke zagona sansurê bikar tîne.  Ji ber zagona sansurê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn dan destpêkirin û wan kirin bin çavan. Rojnamevanê destpêkê de bi vê zagonê hat girtin Sînan Aygul e. Rojnamevan Tolga Şardan, Edîtor Dinçer Gokçe û Nûçegihan Cengiz Erdinç hatin binçavkirin. Ji wan Tolga Şardan hat girtin. Di sala destpêka ku ev zagon ket meriyete de bi kêmanî 26 rojnamevan hatin binçavkirin, hatin darizandin û hatin girtin. Ên ku tên zanîn bi giştî 29 bûyer hatin qeydkirin.

280 ROJNAMEVAN 821 CARAN DERKETIN DADGEHAN

Dema em li van bûyeran mêze dikin rojnamevanan di sala 2023’an de pirtirê mesaîya xwe li ber deriyê dadgehan û eywanên edliyeyan derbas kirine. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van lêbirsînên ku derbarê rojnamevanan de dane destpêkirin, dozên ku li wan vekiriye ji rojnamevanan re dibêje “em destur nadin we ku hun rojnamevaniyê bikin.” Wek nimûne di nava salê de 280 rojnamevan herî kêm 821 car derketine pêşberî dadgehan.

Di 2023’an de bi dehan car rê li rojnamevanan hat birîn û şopandina nûçeyan hat astengkirin. Li gel astengkirina şopondina nûçeyan rojnamevan rastî êrişan hatin û hatin derbkirin. Li Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Sînan Aygunê ku rojnamevaniyê dike û angaştên gendeliyên şaredariyê aşekera kir rastî êrişa polîsê parazvanê Şaredarê Tatwanê Emîn Geylanî û xebatkarê şaredariyê tê.

RTUK CEZA LI SER CEZAYAN DIBIRE

Wek ku em di daneyan de jî aşkera dikin hêjamereke zêde malperên sîteyê hatine girtin. Xwe gîhandina bi hezaran nûçeyan û naverokên medyayên dijital hatin astengkirin. Dîsa Desteya Bilind ya Radyo û Televizyonan (RTUK) ceza li ser cezayan li dehan kanalên televizyonan birî. Di rojên dawî ya salê de hê bêtir lez da van kiryarên xwe yên bê yom. Wisa ku her roj imza xwe datîne binê rekora cezayên nû.

HÊVIYA ME AZADBÛNA HEMÛ ROJNAMEVANAN E

Di 2023’an de ji sansurê heta asteng kirina nûçeyan, ji tewqîfkirinê bigirin heta zextên liser sazî û dezgeyên medyayê rojnamevan hatin eciqandin. Lê paşve gav neavêtin û karê rojnamevaniyê hê bêtir bi israr û bi îstîkrar pêk anîn. Em bi dileke rehet karin bêjin Vê berxwedana rojnamevanan ya li dijî êrişan mohra xwe li bin geşedanên salê dan. Di serî de kedkarên çapameniya azad û rojnamevanên xwedî nirx û rûmeta rojnamevaniyê li dij van êrişan awirê pênûsên xwe, wênekêşên xwe ji ser heqîqetê nedan alî û destur nedan kesek ser rastiyê binixumîne. Di van rojên ku em ketin sala nû ya 2024’an de hêviya me ev e ku di serî de Hevseroka komaleya me Dicle Muftuoglu û hemu rojnamevan azad bin û bi hêsanî kar û xebata xwe ya rojnamevaniyê pêk bînin.

821 ROJNAMEVAN TÊNE DARIZANDIN

Daneyên di raporê de wiha ne: "Di binpêkirinên li dijî mafên jiyan û ewlekariya rojnamevanan de, rojnamevanên rastî êrîşê hatin 36, rojnamevanên ku bi ser malên wan de hatine girtin 43, rojnamevanên hatin binçavkirin 119, rojnamevanên hatin girtin 36, rojnamevanên ku rastî muameleya xerab hatin 64, rojnamevanên ku rastî gefan û teklîfa sîxurtiyê hatin 38, rojnamevanên ku şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin 110, binpêkirinên li dijî rojnamevanên di girtîgehê de 37. Dîsa binpêkirina azadiya raman û îfadeyê ya li dijî rojnamevanan pêk hatî; 75 rojnamevan di bin lêpirsînê de ne, der barê 66 rojnamevanan de doz hatiye vekirin, 44 rojnamevan hatine cezakirin, 48 sal 9 meh û 14 roj cezayê girtîgehê, 147 hezar û 486 TL cezayê pere, 280 rojnamevanên ku darizandina wan a îdarî dewam dike, hejmara rojnamevanên tên darizandin 821, hejmara rojnamevanên girtî 57, 58 rojnamevan ji kar hatin avêtin, RTUK’ê 84 caran ceza li 68 weşanan birî û li 112 nûçeyan jî qedexeya weşanê hat birin. 83 malperên medyaya dîjîtal hatin girtin, gihandina 7 hezar û 106 nûçeyan û 3 hezar û 761 naverokên medyaya civakî hatin astengkirin."