Piştî 30 salan tahliye bû: Divê em berxwedanê geştir bikin

Mehmet Îldem ê ku piştî 30 salan tahliye bû, diyar kir ku azadî bi têkoşînê pêkan e û got, “Divê em li hundir û derve berxwedanê geştir bikin.”

Girtiyê bi navê Mehmet Îldem (65) ê 30 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye ya Balikesîrê girtî bû, hat berdan. Îldemê ku di sala 1993'an de li Edeneyê hat binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ewlehî ya Dewletê (DGM) ve bi hinceta "Xerakirina yekîtiya welat" cezayê muebetê lê hatibû birîn.

Îldem tevî malbata xwe li ber girtîgehê ji aliyê rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û EGE TUHAY-DER’ê ve hat pêşwazîkirin.

‘HETA KU TECRÎD BIŞKÊ DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’

Îldem li ber girtîgehê axivî û got ku ji ber ku hevalên xwe li pey xwe hiştiye xemgîn e. Îldem diyar kir ku ev 30 sal in bi awayekî derhiqûqî li girtîgehê tê girtin û got, “Doza me doza azadiyê ye. Azadî jî ne hesan e. Azadî bi têkoşînê pêkan e.” 
Îldemê ku bal kişand ser grevên birçîbûnê jî anî ziman ku, “Heta ku daxwazên me bi cih bên dê têkoşîna me bidome. Divê em li hundir û derve têkoşînê mezin bikin.”

Îldem diyar kir ku ew jî girtiyek bi nexweşiya giran e û wiha domand: “Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweşiyên wan giran in hene. Tevî nexweşiya xwe jî ez ê têkoşîna xwe li derve bidomînim. Ji bo doza  azadiyê  30 sal di girtîgehê de hatim girtin. Ez ê 30 salên din ji bo azadiyê bixebitim û heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna xwe bidomînim."