Berî çend rojan dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Vê êrişê bandor li gelek navendên jiyanî û sivîlan kir. Gelek kes hatin kuştin. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî heman êriş têne kirin.
Çalakvanê mafên mirovan Misrî Nîhad El-Qadî li ser mijarê axivî û got, "Tirkiye beriya her tiştî di çewisandina gelê Kurd de û ya duyemîn jî di êrîşên xwe yên li ser herêmên Kurdan de hemû sînor derbas kiriye. Hem li ser Sûriyeyê, hem jî li ser Iraqê, avê dibire, weke amûrekê bi kar tîne."
Nîhad El Qadî got, "Cihê mixabiniyê ye ku hikûmetên Ewropî li hember vê kiryarê bêdeng in, ji ber ku yasayên rejîma Tirkiyeyê hemû sînorên ku di asta navdewletî de hatine pejirandin û şopandin derbas kiriye. Divê Kurd ji bo avakirina lobiyekê tevbigerin, ku serdana welatên Erebî û Ewropayê bikin û sûcê herî mezin ê sedsala bîst û yekê eşkere bikin ye."
Akademîsyenekî Iraqî Dr. Teyser Ebdulcebar El Elûsî diyar kir ku tiştê rejîma Tirkiyeyê dike di çarçoveya tawanên mezin ên navdewletî û tawanên li dijî mirovahiyê de ye.
Dr. Teyser Elbdulcebar El Elûsî got, "Pêwîste Encûmena Asayîşa Navdewletî destwerdanê bike û demildest şer rawestîne. Her wiha pêwîstiya naskirina mafê çarenivîsiya gelê Kurdistanê heye. Ev tişt li gor yasayên navdewletî û di çarçoweya beyanameya Neteweyên Yekgirtî ya li ser mafên gelên xwecihî ye.
Divê hikûmeta Sûriyê û Iraqê bi awayekî serwerî serî li Encûmena Asayişa Navdewletî bidin û şandên Kurdistanê jî ji aliyê Dadgeha Tawanan a Navdewletî û her wiha Dîwana Dadweriya Navdewletî ve bên pêşwazîkirin."
Hêjayî gotinê ye ku êrîşên vê dawiyê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê kargehên xwarin û berhemên çandiniyê, stasyoneke gazê, navendeke bijîşkî û hejmarek navend û baregehên ewlehî û bazirganî, yanî giranî li ser binesaziyê û navendên sivîl kirin armanc.