Meha Kanûnê 154 karker mirin
ÎSÎG'ê ragihand ku meha Kanûnê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 154 karker li ser kar mirin.
ÎSÎG'ê ragihand ku meha Kanûnê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 154 karker li ser kar mirin.
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayeta kar a meha Kanûnê eşkere kir.
Li gorî raporê; di meha Kanûnê de 4 jê jin û 154 jê zilam bi giştî 154 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 5 zarok û 6 penaber jî hene.