Nobetên Aştiyê yên ÎHD'ê: Bi sûcên xwe re  hevrû bibin

ÎHD’yê li gelek bajaran Nobeta Aştiyê li dar xist, diyar kir ku divê dewleta Tirk li sûcên xwe hevrû were.

Çalakiyên Nobeta Aştiyê ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serê her mehê bi daxwaza “ji bo her kesî edalet” li dar dixe, didome.

EDENE

Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê li avahiya komeleyê hatin cem hev. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Yakup Ataş di çalakiya nobetê de axivî û diyar kir ku ji bo aştiyeke civakî ya mayînde pêk were divê li dijî binpêkirinên mafan ên giran ên di demên berê de hatine re rû bi rû werin. Ataş destnîşan kir ku ji bo pêşî li binpêkirinên bi vî rengî bê girtin, divê dev ji polîtîkayên ewlehiyê berdin û mekanîzmayên darazê yên bi bandor, adil û serbixwe bên avakirin. Ataş ev bang kir: “Ji bo aştiyê dev ji bêcezabûnê berdin."

HATAY 

Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûnê di konteynerê de çalakiya Nobeta Aştiyê li dar xist. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Ayten Kilinç peyama aştiyeke mayînde da. 

MÊRSÎN

Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê li avahiya komeleyê hatin cem hev. Serokê Şaxa ÎHD'ê Gazî Încî anî ziman ku ji bo sûcên li dijî mirovahiyê di sûcan de demborandin nayê pêkanîn û wiha git. “Yekane çareseriya hemû qeyranên ku civaka Tirkiyeyê dijîn, avakirina aştiya civakî ye." 

AMED 

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li avahiya komeleyê Nobeta Aştiyê li dar xist. Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Şaxa KESK'ê ya Amedê û gelek kes beşdarî nobetê bûn. Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê Suzan Mehmetoglû diyar kir ku li Kurdistanê mafên bingehîn ên mirovan tên paşguhkirin û herî zêde binpêkirina mafan ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd pêk tê. Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku dozên ku di serdema AKP'ê de der barê kuştinên kiryar nediyar de hatine vekirin, bi bêcezabûnê gihaştine encamê. Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku AKP'ê sûcên di serdema Tansu Çîller û hem jî di derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hatine kirin sipî kir û diyar kir ku qetilkirina Kemal Korkut, Tahîr Elçî û Ûgûr Kaymaz weke mînak nîşan da û got, “Hevrûbûna bi heqîqetê rempêwîstî ye."