Tehliyekirina girtiyê bi navê Mak cara 2’yemîne hat astengkirin

Tehliyekirina girtiyê bi navê Mûstafa Mak piştî 6 mehan cara 2’yemîn hat astengkirin. ÎGK’ê îdîa kir ku “têgehiştin û sergehiştina hikûmxwarî ya Mak kêm e.”

Girtiyê bi navê Mûstafa Mak di Nîsana 2018’an de li navçeya Wêranşar a Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Mak birî. 

Mak, li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê tê ragirtin û diviyabû di Kanûna 2022’yan de bihata berdan. Lê belê ji ber biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK), tehliyeya wî cara 2’yemîn hate taloqkirin. 

Tehliyeya Mak 6 meh berê hatibû astengkirin û cara 2’yemîn derket ÎGK’ê. ÎGK’ê ji Mak pirsa “Gelo tu PKK’ê weke rêxistina terorê dibînî yan na?” kir. ÎGK’ê di biryara xwe ya têkildarî Mak de got; “Di fikrên wî de tu guhertin çênebûne”, “Poşman nebûye”, “Girêdana wî ya bi rêxistinê re pir xurt e” û “têgehiştin û sergehiştina hikûmxwar kêm e.” B vê hincetê tehliyeya Mak careke din ji bo 6 mehan hate taloqkirin.