34 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nîne: Serlêdana hevdîtinê hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 34 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, serlêdana hevdîtinê hate kirin.

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û 34 meh in agahî jê nayê wergirtin, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' tê astengkirin. Dadgerî nûmareya dosyayê ya li ser cezayê dîsîplînê eşkere nake.