ROJANE
Franco Danieli anî ziman ku serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo dibe û got, "Mafê zimanê dayikê, azadiya ocalan, mafê hêviyê û rûbirûbûna bi rabirdûyê divê hîmên esasî yên pêvajoyê bin."
Hişyar Ozsoy diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nêzîkatiya çek danînê çareser nabe û got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.”
Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin."
Siyasetmedarê ji Baskê Igor Zulaika Zurimendi işaret bi girîngiya diyalog û muzakereyan a di pêvajoyên aştiyê de kir û got, "Çareseriya pirsgirêkên siyasî bi rêbazên siyasî dibe."
Di bîranînên ku bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin de, wiha hat gotin, “Em ê têkoşîna wan a azadiyê her tim bidomînin.”
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Meclîsa Gel a Daglioglû xwerêveberî îlan kir
Meclîsa Gel a Daglioglû ya Edeneyê xwerêveberiya xwe îlan kir. Li dû ragihandinê, girseya gel xwest bimeşe lê rastî êrîşa çekdarî ya polîsan hat. Di bûyerê de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin.
-
-
-
3. Kongreya Awarte ya DBP'ê bi dawî bû
Di kongreya DBP'ê de ku xweseriya demokratîk mora xwe lê xist, Emîne Ayna û Kamuran Yuksek car din ji Hevserokatiya DBP'ê re hatin hilbijartin û lîsteya Meclîsa Partiyê jî bi giranî guherî.
-
‘Eger ji kontrolê derkeve wê aqûbeta wan bibe weke Qedafî’
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle yê di kongreya DBP'ê de axivî diyar Ocalan ji wan re nirxandina "Bila ev ji artêşe zêde bawer nekin. Artêş a NATO'yê ye. Heke kar ji kontrolê derkeve wê aqûbeta wan wekî Qedafî li kolanê lînckirin be" kiriye.
-
Demîrtaş: Biryara xwerêveberiyê rewa ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku AKP bi polîtîkaya şer re nikare encamekê bi dest bixe û diyar kir ku biryara gel a xwerêveberiyê, rewa ye.
-
-
-
500 Ewropayî li nava refên YPG'ê şer dikin
Medya Swêdê di hefteyên dawî de cih dide nûçeyên li ser Swêdiyên ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê çûne Sûriye û Iraqê. Rayedarên PYD'ê yên Swêdê ji medya vî welatî re ragihandin ku bi qasî 500 Ewropayî li nava refên YPG'ê li dijî DAIŞ'ê şer dikin.
-
-
Faşîstan li Ereglî êrîşî karkerên demsalî kirin
Komek faşîst êrîşî karkerên demsalî yên Kurd ji bo komkirina firengiyan çûbûn navçeya Ereglî ya Konyayê kirin û konê welatiyan şewitandin. Welatiyên Kurd ji ber ewlehiya canê wan nemaye li kamyonan siwar bûn û ji wir veqetiyan.
-
Lêgerîna Dayikên Şemiyê ya li edaletê didome
Lêgerîna Dayikên Şemiyê ya li edaletê di hefteya 543. dewam kir. Di çalakiyê de polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin û li aqûbeta Mehmet Ertak ê di binê çavan de hat windakirin, hat pirsîn.
-
6 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî roj bi roj zêde dibin. Li Mêrdîn û Êlihê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.
-
-
Polîsên Tirk li Sûrê ciwanek qetil kirin
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a çû taxa Hasirli ya navçeya Amed Sûrê ku rastî êrîşa polîsan hat got, "Gule li gelek malan hatine reşandin. Polîsan ciwanek qetil kirin. Agahiyên berfireh hînê negihaştine ber destê me."
-
Schmîd: Erdogan hewl dide HDP'ê marjînal bike
Pispora Tirkiyeyê û Têkiliyên Navneteweyî yên Fransayê Dorothée Schmîd da xuyakirin ku AKP û Erdogan, bi awayekî aktîf cihgirtin li nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê 'li gorî berjewendiyên xwe' nabînin.
-
-
-
-
-
-