Hevserokê Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê Phîlîppe Lambert got, "Divê Tirkiye bibe xwedî sîstemeke federal. Tirkiye welatekî gelekî mezin e. Bi qasî Elmanyayê mezin e. Li Elmanyayê 80 mîlyon mirov dijîn. Tirkiye jî nêzî vê hejmarê dibe. Lê belê Elmanya, li gorî vê mezinahiya xwe federal e. Ji ber ku hemû pirsgirêkên Elmanyayê ji Berlînê çareser nabe."
Lambert anî ziman ku şert e Enqere muzakereyeke di mercên wekhev de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bimeşîne û destnîşan kir ku çareseriyeke mayînde bi qebûlkirina rastiya gelê Kurd û naskirina mafan, dibe.
Lambert diyar kir ku divê Tirkiye ji vê rêya tê de ye tavilê derkeve û ji bo bicihanîna pîvana cudahiya navbera hêzan, tedbîran bigire. Lambert bal kişand ser girîngiya serbixwebûna dadgeriyê û got, "Divê dewleta hiqûqê, cudahiya hêzan, pêkhatina azadiya şçapemeniyê û hebûna Kurdan a demeke dirêj e weke mijara sereke di rojeva Tirkiyeyê de ye, nas bike."
Lambert anî ziman ku pirsgirêka Qibrisê jî li benda çareseriyeke dostane ye û da zanîn ku eger ev bên kirin, ew ê karibin bêjin "pêşketinên erênî' hene. Lambert da zanîn ku li şûna desthilatdariya şexsekîp êwîstiay Tirkiyeyê bi demokrasiyeke piralî heye û ev xal destnîşan kir: "Ev hîn bêhtir bi xêr e. Careke din dixwazim destnîşan bikim; hilbijartin li dijî vê daxwaza otorîter, li dijî desthilatdariya şexsekî, seknek bû. Û ev yek sekinand. Bêguman sekinandin tê wateya pêkanîna meyleke din, lê belê ev hînê nebûye.
Di nava AKP'ê de yên bi awayekî çavgirtî destekê didin Erdogan eger xwe danewşînin, ne hêsane ku ev pêk were. Ji xwe rola Serokkomariyê li Tirkiyeyê mîna di destûra bingehîn de hatiye diyarkirin 'rûmetî' ye. Girîng e yên di nava AKP'ê de peyama hilbijartinê werbigirin û dest bi guhertinê bikin."
Lambert ji bo vê yekê jî Belçîka ya ji gelek çandan mînak nîşan da û got, "Di serî de li Brukselê, civat hemû di nava hev de dijîn. Ya ku di vir de beriya her tiştî divê were naskirin, mafên çandî ye. Mafê ziman, bêguman mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Mafê bûyîna xwedî mafê medyaya bi vî zimanî. Divê ev maf ji bo tevahiya civaka Kurd bê naskirin û bêyî cihêkariyê Kurd karibin mîna her kesî ji mafên welatîbûnê sûdê werbigirin. Eger em hinekî din jî şênber bikin; divê zimanê Kurdî li herêmên bi giranî Kurd lê dijîn weke zimanê fermî were qebûlkirin. Ev hêmanên bingehîn in. HDP'ê ev gotinên min pejirandiye. Bêguman em dizanin ku HDP xwedî nasnameyeke Kurd e, lê belê di hilbijartinan de nîşan da ku ew xwedî wê huner û seknê ye dikare xwedî li hemû daxwaz û hesreta demokratîk a welatiyên Tirkiyeyê derkeve."
Lambert da xuyakirin ku tevî naskirina van mafan divê li herêmên Kurdan, artêş xwe vekişîne nava leşkergehê û got, "Ji ber ku çiqasî ji Enqereyê dûr bikeve xuyaye artêş li wan deveran 'roleke' hîn diyarker dilîze."
Lambert bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin û û anî ziman ku muzakereyên heta niha hatine meşandin, xuyaye di nava mercên wekhev de pêk nehatine. Lambert got, "Ji bo vê, bi armanca beralîkirina şîdetê divê muzakere ji nû ve û bi awayekî wekhev destpê bikin. Pêwîste otonomî were dayîn, qet nebe otonomiya çandî. Bi şêweyekî divê êdî Tirkiye bibe xwedî sîstemeke federal. Tirkiye welatekî gelekî mezin e. Bi qasî Elmanyayê mezin e. Li Elmanyayê 80 mîlyon mirov dijîn. Tirkiye jî nêzî vê hejmarê dibe. Lê belê Elmanya, li gorî vê mezinahiya xwe federal e. Ji ber ku hemû pirsgirêkên Elmanyayê ji Berlînê çareser nabe.
Li Elmanyayê erka desthilatdariyê bi rastî jî li welêt hatiye belavkirin. Û ev yek rêbazeke bi bandorbûyînê ye. Mînak; diyarkirina sîstema perwerdeyê ya li Elmanyayê, erkek qada herêmî ye. Tevî ku li Elmanyayê zimanekî bi tenê tê bikaranîn jî, pêwîstî bi vê hatiye dîtin. Li Elmanyayê 16 'land' yanî herêm hene û li gorî vê jî 16 wezîrên perwerdeyê hene. Wezîrê perwerdeyê yê federal ê navendî jî, bi giranî bi karên zanîngehan re eleqedar dibe.
Carekê li Tirkiyeyeke federal bifikirin. Bêguman herêmên ku piraniya wan Kurd in, hene. Divê bersiv ji bendewariyên gelê Kurd re bê dayîn. Rêya vê jî naskirina hebûna Kurdan e. Divê erk bê îadekirin."
Lambert destnîşan kir ku li şûna belavkirin û parvekirina erkan, komkirina hemû erkan di şexsekî de û navendîkirina xwe, wê pirsgirêkan çareser neke û anî ziman ku derbasbûna ji dewleteke navendîparêz ber bi dewleteke federal bêguman wê ji nişka ve bi hêsanî nebe.
Lambert got, "Lê belê divê ji cihekî were destpêkirin. Me li Belçîkayê dît, lê divê hînê bi pêş bikeve" û da zanîn ku ev yek ne tenê ji bo Kurdan e.
Lambert diyar kir ku li ser planasziya cihekî li Stenbolê biryar ji Enqereyê tê dayîn û got, "Eger hûn dixwazin erdnîgariyekê baş birêve bibin, divê hûn wê derê baş nas bikin, nêzî wir bin. Bi kurtasî Tirkiye welatekî biçûk nîne ku ji navendekê were birêvebirin. Berevajî Tirkiye mezin e. Em niha behsa Luksembûrga biçûk nakin. Tirkiye welatekî mezin e. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi polîsantrîk, yanî nêzîkatiyeke demokratîk û rêveberiyeke ji gelek navendan heye."