Lêgerîna Dayikên Şemiyê ya li edaletê didome
Lêgerîna Dayikên Şemiyê ya li edaletê di hefteya 543. dewam kir. Di çalakiyê de polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin û li aqûbeta Mehmet Ertak ê di binê çavan de hat windakirin, hat pirsîn.
Lêgerîna Dayikên Şemiyê ya li edaletê di hefteya 543. dewam kir. Di çalakiyê de polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin û li aqûbeta Mehmet Ertak ê di binê çavan de hat windakirin, hat pirsîn.
Di hefteya 543. de Dayikên Şemiyê gotin, "Em ê qebûl nekin, ku ji bo vê sîstema we ya neheq, bê edalet û li dijî hiqûqê, ewladekî me bimire. Destên xwe yên qirêj ji jiyana zarokên me bikişînin."
Dayikên Şemiyê di hefteya 543. a lêgerîna li edaletê de li Meydana Galatasarayê bûn. Dayikên Şemiyê pankarta bi nivîsa "Kiryar diyar in, winda li ku ne?" vekirin û qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin, hilgirtin. Di çalakiyê de li aqûbeta Mehmet Ertak ê di 18'ê Tebaxa 1992'an de li Şirnexê hat windakirin, hat pirsîn. Polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê jî hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de nameya hevsera Mehmet Ertak Emîne Ertak hat xwendin û kurê wî Serhat Ertak peyivî. Serhat Ertak diyar kir ku dema bavê wî hat windakirin ew 6 salî bû, niha 32 salî ye û got, "Ez gihaştim emrê bavê xwe yê dema hat windakirin. Em bi tenê hestiyên bavê xwe dixwazin."
Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê ya hefteyê li ser navê Dayikên Şemiyê Ozlem Dalkiran xwend. Dalkiran diyar kir ku li Tirkiyeyê şerekî nû hatiye îlankirin û got, "Careke din bajar hatin dorpêçkirin, rêbazên JÎTEM'ê xwe dan der, mal hatin bombekirin, mirov hatin qetilkirin, segvan derketin nêçira mirovan, daristan hatin şewitandin, mirov ji cih û warên xwe hatin kirin û bedenên miriyan bêşerm hatin teşhîkirin. Dîsa li ser cenazeyên leşker, polîs û gerîlayan dayik giriyan."
Dalkiran ji gotina "Êdî bes e" nerazîbûn nîşanî polîtîkayên komkujî û şer ên dewleta Tirk da. Dalkiran got, "Em ê qebûl nekin, ku ji bo vê sîstema we ya neheq, bê edalet û li dijî hiqûqê, ewladekî me bimire. Destên xwe yên qirêj ji jiyana zarokên me bikişînin. Destên xwe yên qirêj ji ser darbestên zarokên me bikişînin."
Dalkiran di dewama daxuyaniya xwe de, der barê windakirina Ertak di binê çavan de agahî da û got, "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji mirina Ertak a di binê çavan de û windakirina bedena wî de hikûmet û rayedarên dewletê berpirsyar dît û Tirkiye mehkûm kir."
Dalkiran destnîşan kir ku ji windakirina Ertak, Midûrê Emniyetê yê Şirnexê Necatî Altûntaş, Midûrê TMŞ'ê Mehmet Kaplan, Fermandarê Tûgaya Şirnexê Mete Sayar û Waliyê OHAL'ê Unal Erkan, Serokwezîr Suleyman Demîrel, Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgîn, Serokê Fermandariya Giştî Dogan Gureş, Fermandarê Giştî yê Jendermeryan Eşref Bîtlîs, Midûrê Giştî yê Emniyetê Yilmaz Ergun û Musteşarê MÎT'ê Teoman Koman ên wê demê, berpirsyar in.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.