ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP'ê bûyera li Geverê xist rojeva Meclîsê
HDP'ê bûyera li Geverê, ku leşker û polîsên Tirk roja 5'ê Tebaxê 52 kes kirin binçavan, heqaret, îşkence û pêkanînên xerab li wan kirin, xist rojeva Meclîsê. -
'Astengkirina wergirtina agahiyan, binpêkirina mafên destûra bingehînî ye'
Li Wanê, di operasyonên qirkirina siyasî û tinekirinê yên demên dawî de, xetên ragihandinê jî hatin qutkirin. Hiqûqnasan diyar kirin ku ev pêkanîn bi Qanûna Ewlekariya Hundir re ketiye meriyetê. -
Ji ciwanan pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
Bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê Ciwanên Azad li Vîllîers-le-Bel'ê semînerek, li Berlînê jî çalakiyek lidar xistin. -
Anatomiya pêvajoyekê; Kê maseya li Îmraliyê qeliband?-4
Li salona nû ya li zîndana Îmraliyê û li dora maseya mezin a li vê odeyê hat danîn, civîna yekemîn hat lidarxistin. -
Li Ewropayê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê didomin
Li gelek bajarên Ewropayê, pîrozbahiyên bi wesîleya salvegera 15'ê Tebaxê tên lidarxistin, dewam dikin. Di pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser rola mezin a PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Emîrê DAIŞ'ê: Xwarin û alîkariya jiyanî ji Tirkiyeyê tê
Alîkarê emîrê DAIŞ'ê yê eniya Kobanê Yasîn Ebdilezîz Egûmî, ku di komkujiya 25'ê Hezîranê ya li hemberî Kobanê de bi saxî ji aliyê YPG'ê ve hat girtin got, "Tirkiye alîkariya lojîstîk dide me. Birîndarên me yên giran li Tirkiyeyê tên dermankirin." -
Şewatên li Dêrsimê wê li cihê wê bên lêkolînkirin
Heyeta Tevgera Ekolojî ya KCD’ê û Mezopotamya, ji bo şewat û texrîbatên xwezayê yên demên dawî li Dêrsimê rû didin lêkolîn bikin hatin bajêr. -
Li Helebê Navenda Hêzên Xweparastinê hat vekirin
Li bajarê Sûriye Helebê, bi pêşengiya Kurdan Navenda Hêzên Xweparastinê hat vekirin. -
Kaynak ê hat înfazkirin hat veşartin
Mazlûm Kaynak (19) ê ji aliyê polîsê Tirk ve hat înfazkirin, li Amedê hat veşartin. -
'Erdogan ji bo darbeyê ketiye nava tevgerê'
Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku Serokkomar Tayyîp Erdogan bi gotina "Li Tirkiyeyê di pratîkê de rejîm guheriye" ji bo darbeyê ketiye nava tevgerê û destnîşan kir ku ev gotin dema 12'ê Îlonê tîne bîra mirovan. -
13 kesên din hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî zêde dibin. Di serdegirtinên li Esenyûrt û Nisêbînê de 13 kes hatin binçavkirin. -
Li Qoserê operasyonên binçavkirinê
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li navçeya Mêrdîn Qoserê 3 kes hatin binçavkirin. -
Li dijî avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Erzîromê êrîşa bombeyî
Li hemberî avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Erzîromê duh bi şev êrîşeke bi bombeya deng hat kirin. -
Li Gimgimê polîs û leşker nikarin ji qereqolan derkevin
Li Gimgimê şerê duh destpê kir heta ber destê sibehê dewam kir. Ketin û derketina navçeyê di bin kontrola gerîlayan de ye. -
Tê gotin çeteyên DAIŞ'ê 67 Kurdên li herêma Babê revandine
Hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê beriya du rojan 67 welatiyên Kurd ên ji gundên herêma Babê a li Bakurê Helebê revandine. -
Li Swîsreyê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin, Erdogan hat protestokirin
Li Swîsreyê gel daket qadan û bi mîtîngekê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Di çalakiyê de polîtîkaya şer a AKP û Erdogan a li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin. -
Anatomiya pêvajoyekê; Kê maseya li Îmraliyê qeliband?-3
Abdullah Ocalan wate da hewldana nûnerê siyasî yê payebilind ê hikûmeta AKP'ê û li bendê bû ku di mehên biharê de pêvajoya muzakereyê destpê bike. -
Pêngava 15'ê Tebaxê li Kopenhagenê hat pîrozkirin
Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi mîtîngekê hat pîrozkirin. -
Li 4 navendên Fransayê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Fransa Creîl, Montpellîer, Marsîlya û Bordeaûxê hat pîrozkirin. -
15'ê Tebaxê li Koln û Bonnê hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Elmanya Koln û Bonnê bi çalakiyên girseyî hat pîrozkirin. -
Serdarê teqawît Koç: Şerê AKP'ê daye destpêkirin ji bo parastina Qesrê ye
Ji Hêzên Deryayî yên Tirk Serdarê Teqawîtbûyî Zekî Koç destnîşan kir, ku AKP a naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike, li şûna parastina welêt, ji bo parastina Qesrê biryara şer girtiye. -
Komkujiya Zergelê li Kîel û Toûloûse hat şermezarkirin
Komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Elmanya Kîel û li bajarê Fransa Toûloûse hat şermezarkirin. -
Xaniyê malbata gerîlayê HPG’ê Elîk rastî êrîşa çekdarî hat
Xaniyê malbata gerîlayê HPG’ê Elîk ê li Şengalê dema li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da hat gulebarankirin. -
Tûgaya Selçûqiyan a Tirkmenan tevlî Cêş-El Siwar bû
Tûgaya Selçûqî ya Tirkmenan a girêdayî Artêşa Azad tevlîbûna xwe ya di nava Cêş-El Siwar de ragihand û got ku wan bi armanca şerê li dijî DAIŞ’ê tevlîbûna xwe ragihandine. -
Dikanên li Liceyê girtî ne
Li Liceyê, ku tevahiya şevê terora polîsên Tirk lê hebû, esnafan dikanên xwe venekirin.