ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP'ê giliyê îşkenceya li Geverê kir
HDP'ê îşkenceya li karkerên Kurd ên li Geverê hat kirin, bir ber destê dadgeriyê. Di gilînameyê de bal hat kişandin ser serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de û hat destnîşankirin ku dewlet dixwaze tolê ji gelê Kurd hilîne. -
Li Parîsê çalakiyên li dijî tecrîdê
Li Parîsê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê hefteyekê çalakî werin lidarxistin. -
Li Uskudarê nîşan li ser malên Elewiyan hatin danîn!
Li Uskudarê, bi rengê sor nîşan li malên Elewiyan hat danîn. -
Li hemberî polîsên li ber Konsolosxaneya DYA êrîşa çekdarî
Li hemberî polîsên li ber Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Stenbolê êrîşeke çekdarî pêk hat. -
Polîsê li Sûltanbeyliyê birîndar bû mir
Midûrê Şaxê Lêkolîn û Tinekirina Bombeyê ya Midûriyeta Emniyete ya Stenbolê Beyazit Çeken ê di şerê li Sûltanbeylî de bi giranî birîndar bû, mir. -
Êrîşên dewleta Tirk li Lawkê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li nahiya girêdayî bajarê Saratov navçeya Yarşov Lawkê bi bi daxuyaniyekê êrîş û terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd şermezar kirin. -
Ji du taxên Silopiyayê dengê çekan tê
Ji taxên Başak (Zap) û Nûh ên Silopiyayê ku polîsan çend roj berê 3 welatî lê qetil kirin, dengê çekan tê. -
Radestkirina 6 YPG'yiyan ji El Nûsra re, di rojeva Meclîsê de ye
Parlamenterê HDP'ê Ayhan, radestkirina 6 YPG'yiyan ji aliyê Tirkiyeyê ve ji El Nûsra re, xist rojeva Meclîsê. -
Di pevçûna li Sûltanbeylî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku 2 kesên tê gotin danê sibehê êrîşî navenda polîsan a li Sûltanbeylî kirine, di pevçûnê de hatine kuştin. -
ARD: Yên li Zergelê hatin kuştin eleqeya xwe bi PKK'ê re tinebûn
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, ku yekane hêza li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke xurt dimeşîne, li Elmanyayê rastî rexneyên cidî tên. -
15 roj in di berxwedanê de ne
172 karkerên di şîrketa Akgunê ya belavkirina elektrîkê ya girêdayî DÎCLE DEDAŞ’ê de dixebitin ji ber 36 hevalên wan ji kar hatine derxistin 15 roj e, di çalakiyê de ne. -
Li dijî navenda polîsan êrîşa bi wesayîta bombebarkirî
Li hemberî navendeke polîsan a li Sûltanbeyliyê êrîşek hat kirin. Di êrîşa ku tê gotin bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin de 3 polîs, 7 sivîl birîndar bûne. Li hemberî polîsên ji bo lêkolînkirinê hatin cihê bûyerê, êrîşeke duyemîn rû da. -
Cebraîl Gunebakan li Saarbruckenê hat bîranîn
Endamê SGDF Cebraîl Gunebakan ê di êrîşa 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Saabruckenê hat bîranîn. -
AKP û DAIŞ li bajarê Gavle hatin şermezarkirin
Endamên Komîsyona Jinan a Navenda Çanda Kurd a Demokratîk li bajarê Swêd Gavleyê, êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Iraq û Sûriyeyê şermezar kirin. -
'Ji Roboskî heta Zergelê divê dawî li bêceza hiştinê bê anîn'
Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci destnîşan kir ku ji Roboskî heta Zergelê pêwîste tavilê dawî li bêceza hiştina gelek komkujiyan were anîn û bang li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir, ku helwestê nîşan bidin. -
Li bajarê Soçî civîna gel
Li bajarê Soçî yê Rûsyayê, li ser rewşa siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê civîneke gel hat lidarxistin. -
Ji kesên li Geverê rastî îşkenceya tîmên taybet hatin 4 jê hatin girtin
Li navçeya Colemêrg Geverê, ji welatiyên ku tîmên taybet di serdegirtina şantiyeyekê de ew li erdê dirêj kirin û îşkence li wan kirin, 4 kes hatin girtin. -
10 kes li Amedê hatin girtin
Ji kesên li Amedê di çarçoveya lêpirsîna der barê Avahiyên Jiyanê yên Kirklardagi de hatin binçavkirin, 10 kes hatin girtin. -
Li Sarayê 3 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Sarayê de 3 kes hatin binçavkirin. -
YRD: Rûdaw TV propaganda dijberiyê û weşana nûçeyên derew didomîne
YRD'ê got, "Rûdaw TV di hemû weşanên xwe de li dijî şoreşa Rojava propaganda dijberiyê dike û nûçeyên derew, diweşîne." -
DYA: YPG'ê li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke 'awarte' meşand
Di salvegera yekemîn a tevgera hewayî ya koalîsyona bi pêşengiya DYA de, tê gotin ku derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin. -
Li Sêweregê 5 kes hatin girtin
Ji welatiyên di operasyonên qirkirina siyasî de li Sêweregê hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin. -
Tecrîd li Viyana, Den Haag û Amsterdamê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Viyana, Den Haag û Amsterdamê hatin şermezarkirin. -
AKP li Bolzanî hat protestokirin
Li bajarê Îtalya Bolzanî, polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin. -
Li kolanên Stockholm û Goteborgê dirûşmeyên 'Şer bisekinînin' deng vedan
Polîtîkaya şer a AKP'ê duh li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Goteborgê bi xwepêşandanan hat şermezarkirin.