ROJANE
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ragihand ku ew bi heyeta AKP’ê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re avakirina çarçoveya qanûnî nîqaşkirine û ew armac dikin ku di demek nêz de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Franco Danieli anî ziman ku serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo dibe û got, "Mafê zimanê dayikê, azadiya ocalan, mafê hêviyê û rûbirûbûna bi rabirdûyê divê hîmên esasî yên pêvajoyê bin."
Hişyar Ozsoy diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nêzîkatiya çek danînê çareser nabe û got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.”
Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin."
Siyasetmedarê ji Baskê Igor Zulaika Zurimendi işaret bi girîngiya diyalog û muzakereyan a di pêvajoyên aştiyê de kir û got, "Çareseriya pirsgirêkên siyasî bi rêbazên siyasî dibe."
Hemû Nûçe
-
YPG: 47 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir hêzên wan li Çiyayê Kizwanan êrîşa çeteyan şikandine û li Sirîn derbeyên giran li çeteyan dane. Navendê da zanîn ku di pevçûnan de herî kêm 47 çete hatine kuştin û gelek birîndar bûne.
-
-
Rojnamevan: Li dijî dengê şer em ê bibin dengê aştiyê
Li dijî astengkirina weşanê û gefên AKP'ê yên li hemberî çapemeniya azad, saziyên çapemeniyê daxuyaniyek dan. Rojnamevanan diyar kirin ku li hemberî medyaya hikûmet dixwaze bike yek deng, ew ê mafê nûçeyan ê gel biparêzin.
-
Li Wanê ji leşkeran zexta 'malên xwe vala bikin'
Piştî çalakiya 1'ê Tebaxê ya li hemberî Leşkergeha li taxa Xaçort a Wanê, leşkeran zext li malbatên li derdora leşkergehê dimînin kirin ku malên xwe vala bikin. Malbatan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê serî li dadgeriyê bidin.
-
-
Şer û komkujî li Ewropa û Kanadayê hatin protestokirin
Li Toronto, Hannover û Strasboûrgê AKP-DAIŞ hatin protestokirin. Girseyên gel bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê, qetilkirina sivîlan û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin û xwestin Ocalan azad bibe.
-
-
-
-
-
Li Antalyayê 18 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî, di serdegirtinên hemwext ên li ser malan ên li navçeyên Kepez, Aksû, Manavgat, Kemer û Alanyayê yên Antalyayê de 18 kes hatin binçavkirin.
-
-
-
HDP'ê banga 'berxwedana aştiyê ya topyekûn' kir
HDP'ê di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê de bal kişand ser polîtîkayên AKP û Serokkomar Erdogan ên rê li ber komkujiyan vedikin û got, "Li dijî pêngava şer a qesrê, wê pêngava berxwedana aştiyê ya topyekûn bê kirin."
-
-
Demîrtaş: Divê civaka Tirkiyeyê dengê xwe bilind bike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş nerazîbûn nîşanî qetilkirina sivîlên li gundê Zergelê da û diyar kir ku ew ê heyetê bişînin cihê komkujî lê hat kirin. Demîrtaş destnîşan kir ku eger civaka Tirkiyeyê dengê xwe bilind bike wê aştî bê.
-
Bîlançoya qirkirina siyasî zêde dibe!
Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên leşkerî û qirkirina siyasî dewam dike. Îro jî li gelek bajar û navçeyan mirov hatin girtin û binçavkirin. Di nava girtiyan de Hevşaredarê Liceyê Harûn Ertûş jî heye.
-
Li Cizîrê pevçûna ciwan û polîsan
Li Cizîrê, polîsên Tirk ên xwestin bikevin taxê ji aliyê ciwanan ve hatin astengkirin û pevçûn derket. Pevçûna ku polîs çekê jî bi kar tîne, dewam dike.
-
-
AKP li Vorarlbergê hat protestokirin
Li eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Vorarlbergê, meşa aştiyê pêk anîn û polîtîkayên şer ên AKP'ê protesto kirin.
-
Li 4 navendên Fransayê çalakî
Li bajarên Fransa Strasboûrg, Parîs, Marsîlya û Banliyoya Evry ya Parîsê, polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin protestokirin.
-
PGDM komkujiya Zergelê şermezar kir
PGDM got, "Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên xwedî mejiyê faşîst û hegemon in, bi mîrateya xwe ya qirkirin û çanda komkujiyê re, li dijî gelê Kurd, sosyalîst, demokrat û Elewiyan serî li her rê û rêbazan dide.
-
-
-