Li girtiyê bi nexweşiya giran Erol Zavar cezayê hucreyê hat birîn

Girtiyê bi nexweşiya giran Erol Zavar ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1. a Sîncanê tê ragirtin û 22 caran hatiye emeliyatkirin, rastî cezayê hucreyê hat.

Girtiyê bi nexweşiya giran Erol Zavar ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1. a Sîncanê tê ragirtin û 22 caran hatiye emeliyatkirin, rastî cezayê hucreyê hat.

Li girtiyên bi nexweşiya kanserê Erol Zavar ê bi tena serê xwe nikare bijî, 2 mehan cezayê ragirtina li hucreyê hat birîn. Zavar ê ku roja cezayê hucreyê qediya li cem hevalê xwe enfeksiyoneek giran derbas kir, bi awayekî ji ser hişê xwe çûyî, rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku li cem wî hevalê wî hebû, pêşî li xeteriyeke jiyanî ya gengaz hat girtin.

Rêveberiya Girtîgehê ji bo cezayê hucreyê bide girtiyên nexweş rapora 'ji bo cezayê hucreyê guncaw e?' dixwaze û ev rapor jî bi giranî li gorî 'daxwaza rêveberiya girtîgehê' tê amadekirin.

'RÊVEBERÊN GIRTÎGEHÊ BIRYARÊ DIDIN'

Zavar di nameyeke xwe de got, "Ji bo biryarê bidin ku em dikarin cezayê hucreyê rakin an na, rapora desteyê dixwazin. Desteya nexweşxaneyê tevî ewçend nexweşiya min rapora 'dikare bi tena serê xwe li hucreye bimîne' da. Desteyên nexweşxaneyê karên rûtîn ên burokratîk dikin. Biryarên desteyê ne biryarên tibî ye; biryarên li gorî daxwaza rêveberiyê ne. Doktor mîna wezîfedarê dewleta rêveber tevdigerin. Lewma biryarên ew didin jî siyasî ne. Dayîna raporên bi vî rengî di jiyana me ya rojane de dikarin rê li ber xeteriya jiyanî vekin. Ji ber vê biryarê, min jî 2 mehan li hucreyê ragirtin. Piştre bi enfeskiyoneke giran ketim. Eger ev nexweşî di hucreyê de xwe li min bida der, min ê nekarîbû pê li zîlê jî bikira û dibe ku encamên gelekî xerab rû bida."

EROL ZAVAR KÎ YE?

Zavar ku demekê xwedî û midûrê karên nivîsê yê kovara siyasî ya bi navê 'Odak' a mehane bû, cara yekemîn di sala 1999'an de ji ber Kansera mîzdankê emeliyata TUR-T bû. Zavar ku divê ne li cihê stresê be û sê mehan carekê stetoskop lê bê kirin, di sala 2001'ê de bi hinceta endamê Rêxistina Berxwedanê ye cezayê ragirtina heta bi hetayê lê hat birîn.

Zavar ji ber ku li girtîgeha bi tîpa hucreyê tê binavkirin dimîne û sê mehan carekê nikare cîhaza sîstoskopî peyda bike, di tecrîda li girtîgeha tîpa F de bi nexweşiyên mîgren û astimê ket.

Di nava çar salan de ji bedena Zavar bi qasî 50 tumorên kanserê hatin derxistin.  Bi giştî 22 caran hat emeliyatkirin.

...