Li Wanê ji leşkeran zexta 'malên xwe vala bikin'

Piştî çalakiya 1'ê Tebaxê ya li hemberî Leşkergeha li taxa Xaçort a Wanê, leşkeran zext li malbatên li derdora leşkergehê dimînin kirin ku malên xwe vala bikin. Malbatan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê serî li dadgeriyê bidin.

Piştî çalakiya 1'ê Tebaxê ya li hemberî Leşkergeha li taxa Xaçort a Wanê, leşkeran zext li malbatên li derdora leşkergehê dimînin kirin ku malên xwe vala bikin. Malbatan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê serî li dadgeriyê bidin.

Li Wanê di çalakiya li hemberî Leşkergeha li Xaçortê ya 1'ê Tebaxê de kesek birîndar bû. Piştî çalakiyê, Fermandariya Garnîzonê taxa Şehîd Firat a leşkergeh lê ye weke herêma leşkerî îlan kir û niha jî ji welatiyan dixwazin ku malên xwe biterikînin.

'NE EM BILA EW VÊ DERÊ BITERIKÎNIN'

Ji şêniyên taxê Hasan Alkan da xuyakirin ku leşkerên hatine mala wî gefa mirinê lê xwarine û anî ziman ku payebilindekî leşkerî yê hatiye mala wî jê re gotiye, 'Ji şaneşîna mala we gule li me hatiye reşandin. Di rewşeke gengaz de em ê li zarokan nefikirin, em ê guleyan li mala we bireşînin. Hûn mala xwe ji vir bar bikin wê ji bo we baştir be'.

Alkan diyar kir ku leşker gefa mirinê li wan xwariye û wiha axivî:

"Bi awayekî vekirî gefa mirinê li me tê xwarin û ji me tê xwestin ku em mala xwe vala bikin. Mala min li ser rê ye, em bi malbatî di dema bûyerê de çûbûn dawetê. Em ê bi ku ve biçin? Divê her kes di vê mijarê de hestyar be. Berê gund vala dikirin, niha li navenda bajêr hewl didin malên me vala bikin. Em ê serî li dadgeriyê bidin. Ev der axa me ye, em naçin ti cihî. Li navenda bajarê mezin ê Wanê hebûna leşkergehê pirsgirêkeke mezin e. Yê ku vir vala bikin ew in. Beriya niha li leşkergehê qazan teqiya, ji ber wê jî ez girtin binê çavan. Pêwîste tavilê dest ji vê rewşê bê berdan."