Bîlançoya qirkirina siyasî zêde dibe!

Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên leşkerî û qirkirina siyasî dewam dike. Îro jî li gelek bajar û navçeyan mirov hatin girtin û binçavkirin. Di nava girtiyan de Hevşaredarê Liceyê Harûn Ertûş jî heye.

Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên leşkerî û qirkirina siyasî dewam dike. Îro jî li gelek bajar û navçeyan mirov hatin girtin û binçavkirin. Di nava girtiyan de Hevşaredarê Liceyê Harûn Erkûş jî heye.

AMED

Hevşaredarê Liceyê Harûn Erkûş û Abdullah Hocaoglû yên di serdegirtinên 30'ê Tîrmehê yên li navçeya Amed Liceyê de hatin binçavkirin, hatin girtin. Hevşaredar Erkûş û Hocaoglû bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin bicihkirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, xebatkarên MARSU yên şaxa Kerboranê Şukru Îlhan (39) û Şukru Çetîn( 44) ku di serdegirtina malan de hatibûn binçav kirin, piştî ragirtina li Qereqola Jendermeyan a Kerboranê sewqî Dozgeriya Mêrdînê hatin kirin. Çetîn û Îlhan, piştî îfadeyên xwe yên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin û bi îddîaya "alikariya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.  

Li Stewrê jî Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Şehmûs Aksoy û welatiya bi navê Gulîstan Gultekîn, piştî îfadeya dozgeriya bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hatin kirin û bi îddîaya "endamê rêxistinê" ne hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. 

WAN

Li navçeya Wan Şaxê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdagirtina malan de Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Navçeyê Vehbî Batûr, Niha Babur, Semih Semo û Mehmet Buge hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de polîsan hemû alavên malan tevlî hev kirin. Tê gotin ku di destê polîsan de lîsteya kesên bên binçavkirin heye û ji ber vê yekê dibe ku hejmara kesên tên binçavkirin zêde bibe. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.

MÛŞ

Li navçeya Mûş Gimgimê danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdagirtina malan de Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Gimgimê Yakup Dede, operatorê kefçeya şaredariyê Samî Baysel û xebatkarê arkujiyê Erkan Baba hatin binçavkirin. Personelên şaredariyên yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.

ANTALYA

Li navçeya Antalya Alanyayê jî, xwendekarên Zanîngeha Akdenîz yên bi navê Ridvan Ekîncî, Îbrahîm Akguvercîn û Dîndar Ozturk, di serdegirtina malan de hatin binçav kirin. Hate zanîn ku xwendekar birine Miduriyeta Emniyetê. Polîs piştî serdegirtina malan, li Komeleya Xwendekaran a Demokratîk a Alanyayê lêgerîn pêk anîn û di lêgerînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arîn Mîrxan, Îbrahîm Kaypakkaya û pirtûkên Ocalan desteserkirin.

BÎLANÇOYA DUH

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de duh bi dehan kes hatin girtin û binçavkirin. Li Meletî, Îdir, Kop, Çewlik û Şirnexê tevî Hevseroka HDP'ê ya navçeya Navendî Fîncan Gungor û zarokê bi navê M.E.O. ê li Cizîrê li şaneşîna mala xwe bû û ji ber guleya polîsan birîndar bû, herî kêm 15 kes hatin girtin. Li Wan, Erzîrom-Tekman, Sêrt, Riha, Eskîşehîrê jî mirovekî astengdar jî di nav de zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin.