ROJANE
Hemû Nûçe
-
Der barê Yuksekdag de fezleke hat amadekirin
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de, ji ber gotinên xwe yên "Em pişta xwe dispêrin YPJ, YPG û PYD'ê" fezleke amade kir. -
HDP 'ji bo bûyerên xetere neqewimin' bang li dadgeriyê kir
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, hedefnîşandana hilbijêrên wan şermezar kir û diyar kir ku MHP bi derdorên tarî re hevdkariyê dike. Balûken ji dadgeriyê xwest, tavilê bikeve nava tevgerê. -
Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dike
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Yamaç, eger bersiva neyînî ji serlêdana wî ya ji bo veguhastinê bê dayîn, ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bike. -
Ev kampanya li erdê namîne
SGDF'yî yên li Pirsûsê rastî êrîşa komkujiyê ya çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê ku ji AKP'ê destekê dibînin hatin, bi piştgiriya hev birînên xwe dipêçin. Ciwanên SGDF'yî her roj hevalên xwe yên birîndar ziyaret dikin û malbatên şehîdan bi tenê nahêlin. -
Bi balafirên sivîl leşker tên Geverê
Li balafirgeha Selahattîn Eyyûbî ya li Geverê, îro danê sibehê bi balafirên sivîl leşker peya bûn. Heta niha 6 balafir daketine balafirgehê. -
Komkujiya Şengalê li Hambûrg û Nurnberê hat şermezarkirin
Komkujiyên Şengal û Zergelê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ve hatin kirin, li bajarê Elmanya Hambûrg û Nurnbergê hatin şermezarkirin. -
AKP felç bû, niha jî dixwaze xwe bihêz bike-Analîz
Tevî ku pêvajoya diyalogê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin 3 sal li pey xwe hişt jî hikûmeta AKP’ê ti gavên çareseriyê neavêt û li hemberî berxwedana bêhempa ya Rojava serî li polîtîkayên qirêj da. -
Êrîşên AKP'ê li Montpellîerê hatin protestokirin
Terora dewletê ya AKP li Kurdistanê dimeşîne, li bajarê Fransa Montpellîerê hat protestokirin. -
Dirûşma "Kujer Erdogan" li Baselê deng veda
Bi sedan kesên li Baselê daketin qadan, bi meşekê êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Zergelê şermezar kirin. -
PCF ji Hollande xwest zextê li Tirkiyeyê bike
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), li hemberî êrîşên Serokkomarê Tirk Erdogan ên ji bo tinekirina gelê Kurd, bang li welatê xwe kir ku bi berpirsyarî rabe. -
HDP: MHP mertaliya nîjadperest a Qesrê dike
HDP’ê nerazîbûn nîşanî heqaretên MHP’ê yên li hemberî dengdêrên wan kiriye. HDP’ê diyar kir ku MHP berdevkiya Erdogan dike û dîsa bi AKP’ê re hevkariyê dimeşîne. HDP’ê da zanîn ku ji rewşên neyênî yên biqewimin rêveberên MHP’ê berpirsyar in. -
Li Geverê êrîşa bi rokêtan û şer
Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Geverê bi rokêtan êrîşek hat kirin û dûre şer derket. -
Bîlgen: Tirkiye li salên 1930'î vegeriya
Berdevkê HDP'ê Bîlgen Tirkiye şiband salên 1930'î û got, "Demeke têkiliya dewlet-partiyê di zikhev de bû, di salên 1930'î de bi serê Tirkiyeyê de hat." -
'Em tekoşîna aştiyê xurt bikin, piştgiriyê bidin HDP'ê'
Navenda Giştî ya HDP'ê, encama civîna pêkhateyên HDK-HDP'ê ya 3'ê Tebaxê bi encamnameyê aşkera kir. -
Polîsan li Cizîrê gule li derdorê reşandin; kesek birîndar bû
Li Cizîrê, kesê bi navê Beşîr Egîtmîş ê 54 salî, ji ber guleya ji maşîna zirxî ya polîsan hat teqandin, birîndar bû. Polîsên ku di encama berxwedana ciwanan de neçar man xwe ji taxê vekişînin, gule li derdorê reşandin. -
HDP'ê komkujiya Zergelê ji Davûtoglû pirsî
Parlamenterê HDP'ê Geverî komkujiya li Zergelê xist rojeva Meclîsê û pêşniyar pirsek li ser mijarê pêşkêşî Serokwezîr Davûtoglû kir. -
Li Elmanyayê Komkujiya Şengalê û AKP hatin protestokirin
Li bajarên Elmanya Bremen, Frankfûrt, Bonn û Aachenê, Komkujiya Şengalê hat protestokirin. Di çalakiyan de her wiha polîtîkaya şer a AKP'ê, êrîşên hewayî û tecrîda li ser Ocalan jî hatin şermezarkirin. -
Heyeta HDP'ê ket ser rêya Zergelê
Heyeta HDP'ê, ji bo lêkolînan bike berê xweda gundê Zergelê yê Qendîlê, ku artêşa Tirk bi balafirên şer lê komkujî kir. -
Bûdak ê li Pirsûsê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Vatan Bûdak ê di komkujiya li Pirsûsê de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Komkujiya li Zergelê li Bernê hat lanetkirin
Êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Swîsre Bernê hatin protestokirin. -
Di salvegera Komkujiya Şengalê de DAIŞ û AKP li Swêdê hatin protestokirin
Li bajarên Goteborg, Gavle, Soderhamn û Borlange yên Swêdê, bi hezaran Swêdî, Kurdistanî û Tirkiyeyî daketin kolanan û çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê ya bombeyan li Kurdistanê dibarîne, protesto kirin. -
'Hucreyên razayî' yên DAIŞ'ê tûrîzm qedand
'Hucreyên razayî' yên çeteyên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê, sektora tûrîzmê qedand. -
Ozdemîr: Li Elmanyayê tedbîr li dijî DAIŞê nayê girtin
Hikûmeta Elmanya ya di qedexeya li ser PKK'ê de israr dike, li dijî çeteyên Îslamî yên tund, tedbîrên bi bandor nagire. Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Ozdemîr diyar kir ku tedbîrên hatine girtin 'ji bo xapandina çav' in. -
Îşkencexaneya polîsan a li taxa Elewiyan niha Mala Cem e!
Qereqola Polîsan a Guzeltepe, ku bi hinceta têrker nîne di destpêkê de hat valakirin, ji aliyê Komeleya Evrensel Alevî Beştaşî ya serokatiya wê rêveberê AKP'yî dike ve, veguherî Mala Cem a Hz. Huseyîn. -
HDP: Em ê kesên deng dane me nedin şermkirin
HDP’ê xwest operasyonên qirkirina siyasî bên rawestandin, polîtîkayên ku mirinan û pevçûnan bi dawî bikin bên avêtin.