Bi balafirên sivîl leşker tên Geverê

Li balafirgeha Selahattîn Eyyûbî ya li Geverê, îro danê sibehê bi balafirên sivîl leşker peya bûn. Heta niha 6 balafir daketine balafirgehê.

Li balafirgeha Selahattîn Eyyûbî ya li Geverê, îro danê sibehê bi balafirên sivîl veguhastina leşkerî hat kirin.

Li navçeyê ku normal rojê balafirek dadikeve, ji saet 05:00 ê sibehê û vir ve balafir xwe datînin.

Hat ragihandin ku heta niha 6 balafiran xwe danîne balafirgehê û di balafiran de leşker hene.

Di vê navberê de tê gotin ku li ser rêyên Oremarê maşînên leşkerî tên sekinandin.