Hikûmeta Elmanya ya di qedexeya li ser PKK'ê de israr dike, li dijî çeteyên Îslamî yên tund, tedbîrên bi bandor nagire. Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Ozdemîr diyar kir ku tedbîrên hatine girtin 'ji bo xapandina çav' in.
Li gorî daxuyaniya Daîreya Parastina Destûra Bingehîn a Hambûrgê, ji sala 2012'an û pê ve 10 jin jî di nav de 60 kes tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûn û çûn Sûriye û Iraqê. Ji van bi qasî 12 kes di şer de mirin, 20 jî vegeriyan Hambûrgê. Serokê Daîreya Destûra Bingehîn a Hambûrgê Torsten Voss da xuyakirin ku bi rêya standên her roj li bajêr ji aliyê selefiyên tund ve tên vekirin, tevlîbûnên nû li nava refên çeteyan çêdibin. Voss îdîa kir ku ji ber qanûnên heyî yên li Elmanyayê nayê binpêkrin, ew nikarin standan asteng bikin. Senatorê Karên Hundir ê Hambûrgê Mîchael Neûmann (SPD) diyar kir ku li Elmanyayê bi taybetî jî li Hambûrgê potansiyeleke xeteriyê ya her tim zêde dibe, heye.
'TEDBÎRÊN KARIBIN PÊŞÎ LÊ BIGIRIN NAYÊN GIRTIN'
Parlamenterên Partiya Çep ên Hambûrgê Chrîstîane Schneîder û Cansû Ozdemîr di bin serenavê "Ji bo pêşîgirtina li tevlîbûna DAIŞ'ê, qedexeya derketina derveyî welat" de pêşniyar pirse pêşkêşî Senatoya Hambûrgê kirin. Di pêşniyarê de hat ragiahndin ku ji sala 2013'an heta Sibata 2015'an qedexeya derveyî welat ji bo 16 kesan hatiye destnîşankirin, lê tevî vê jî 4 ji van tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûne. Di bersiva ji aliyê Senato ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Senato van tedbîran, di nava hemû tedbîrên li dijî Îslamiyên tund hatine wergirtin de weke tedbîra herî girîng dinirxîne. Senato li gorî biryarên navneteweyî û neteweyî tevdigere û qedexeya derketina derve datîne ser şexsên tespît dike. Eger pêwîstî pê hebe dest datîne ser pasaporta şexs. Hêzên ewlekariyê bi hêzeke maqûl û di çarçoveya hiqûqê de tedbîrên pêwîst werdigirin."
Parlamentera Kurd Cansû Ozdemîr der barê nirxandina Senatoyê de wiha peyivî: "Ji 16 kesên li Hambûrgê derketina derveyî welat lê hatibû qedexekirin, 4 jê tevî vê jî tevlî refên DAIŞ'ê bû û pêşî li wan nehat girtin. Di vir de tê fêmkirin ku tedbîrên Daîreya Sûc a Eyaletê û qedexeya derketina derveyî welat a ji aliyê Daîreya Parastina Destûra Bingehîn ve hat destnîşankirin, bi tenê ji bo xapandina çav e. Tedbîrên bi vî rengî bi bandor nîne û di heman demê de tedbîrên baş li ser nehatiye fikirîn. Ev tedbîr bi tenê ji bo nîşandana dîmenê 'hêzên ewlekariyê li hemberî DAIŞ'ê tedbîran digire' ye."
KOMELEYA ANSAAR INTERNATIONAL JI DAIŞ'Ê RE DIXEBITE
Parlamenterên Partiya Çep di pêşniyar pirsa xwe de bal kişand ser mijareke din û rewşa Komeleya Ansaar International e.V. a navenda wê li Dusseldorfê ye lê li Hambûrgê jî dixebite. Komeleya di 25'ê Gulana 2015'an de di bin navê 'alîkariya însanî ji bo mexdûrên li Sûriyeyê' li otela Plaza çalakiyek lidar xist, li gorî Senatoya Hambûrgê ji 'selefiyên tund ên alîgirê şîdetê' pêk tê. Tevî vê jî ji bo astengkirina çalakiya 3 hezar Euro lê hat komkirin, bi hinceta 'di qanûnê de ji bo qedexekirinê ti sedem nîne' nehat astengkirin. Senatoya Hambûrgê tespît kir ku di bin navê alîkariya însanî de hewl tê dayîn ji bo refên selefiyan ciwanên nû peyda bên peydakirin, lê Senatoya Hambûrgê di çarçoveya qanûnên heyî de nikare rewşeke sûc tespît bike.
'ALÎKARIYÊ KOM DIKE Û DIŞÎNE JI DAIŞ'Ê RE'
Ozdemîr xwest Komeleya Ansaar International e.V bê qedexekirin an jî qet nebe ji statuya komeleyê were derxistin û got, "Alîkariya ku ev kom dikin, berevajî îdîayên wan, ne ji gel re ji çeteyên DAIŞ'ê re diçin."