Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dike
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Yamaç, eger bersiva neyînî ji serlêdana wî ya ji bo veguhastinê bê dayîn, ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bike.
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Yamaç, eger bersiva neyînî ji serlêdana wî ya ji bo veguhastinê bê dayîn, ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bike.
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Yamaç, eger bersiva neyînî ji serlêdana wî ya ji bo veguhastinê bê dayîn, ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bike. Yamaç brsiva Wezareta Edaletê ya li mijara veguhastinê, helwesta rêveberiya girtîgehê û doktorên li nexweşxaneyê, bi nameyekê ragihand.
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, bi zanebûn nayê dermankirin. Yamaç ji ber şert û mercên neyînî yên hucreya lê tê ragirtin, nikare nefesê jî bigire. Tevî ku ji bo veguhastina wî desteya tenduristiyê rapor ji Wezareta Edaletê re şandiye jî, vê carê bi hinceta 'navê nexweş lê nehatiye nivîsandin' daxwaz hat redkirin. Yamaç anî ziman ku eger daxwaza wî ya veguhastinê neyê qebûlkirin ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bike û banga hestyariyê di mijara girtiyên nexweş de li raya giştî kir.
'BI ZANEBÛN MIN TERKÎ MIRINÊ DIKIN'
Mehmet Yamaç di nameya xwe ya ji bo ANF'ê de diyar kir ku sewqkirina wî ji bo Edîrneyê tê wateya terikandina mirinê û got, "Ji bo sewqî Wanê bêm kirin, min rapora desteyê wergirt, lê ber bi Edîrneyê ve hatim sirgûnkirin. Ev sewq tê wateya terikandina min ji bo mirinê. Wezareta Edaletê ji bo veguhastinê rapora desteyê ji min xwest. Desteya Tenduristiyê li gorî şêweyê wezaret dixwaze, rapor nivîsand. Min jî bi daxwaznameya xwe re ev rapor şand. Lê bersiva redê ji min re hat. Ji bo sedema redkirinê jî hatiye nivîsandin 'rapora desteya tenduristiyê kêm e û navê nexweşxaneyên zanîngeh an jî dewletê yên herî nêzî bajarê lê were tedawîkirin, nehatiye nivîsandin'. Yanî ji ber ku navê nexweşxaneyên lê werim tedawîkirin lê nehatiye nivîsandin, sewqa min nehat qebûlkirin. Henekê xwe bi mejiyê mirovan dikin. Bi zanebûn min terkî mirinê dikin."
'BI ZANEBÛN ME DIBIN CEM DOKTORÊN FAŞÎST'
Yamaç anî ziman ku kengî di navbera HDP û hikûmeta AKP'ê de pirsgirêk derkeve, rêveberiya girtîgehê bi taybetî li hemberî girtiyên nexweş dest bi pêkanînên xerab dike û got, "Rêveberiya girtîgehê girtiyên nexweş ji bo xwe weke amûrekê bi kar tîne. Kengî pirsgirêk derkeve, bi zanebûn berê xwe didin me. Dema em diçin nexweşxaneyê, em li helwestên nîjadperestî yên doktoran rast tên. Bi zanebûn me dibin cem doktorên faşîst. Li wir tedawiya me vediguhere îşkenceyê. Bila ev zîhniyetê faşîstz anibe ku ez ê serî li ber netewînin, ez ê bi bêdengî li benda mirinê nemînim."
Yamaç diyar kir ku eger Wezareta Edaletê bersiveke erênî nede wî ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bike û bang li raya giştî ya bi rûmet û hestyar kir ku piştgiriyê bide girtiyên nexweş.
MEHMET YAMAÇ KÎ YE?
Mehmet Yamaç ê di sala 1996'an de hat girtin, piştî ku li çend girtîgehan aht ragirtin, ji komkujiya girtîgehê ya 19'ê Kanûnê re şahidî kir. Di dema êrîşê de qefesa sînga wî şikest û ji ber gaza kîmyewî beşek ji pişika wî şewitî. Ji ber birînan û tedawiya şaş a li girtîgehê, li mîdeya wî birînên ji yek cm'yî der bûn. Yamaç ev 16 sal in li benda tedawîkirinê ye.