ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li kolanên Stockholm û Goteborgê dirûşmeyên 'Şer bisekinînin' deng vedan
Polîtîkaya şer a AKP'ê duh li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Goteborgê bi xwepêşandanan hat şermezarkirin. -
AKP li Santîago hat şermezarkirin
Polîtîkayên şer ên AKP'ê li paytexta Şîlî Santîago li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. -
Li Sarayê 2 jê jin 3 kes hatin binçavkirin
Li navenda navçeya Wan Sarayê û taxa Korûcanê polîsan avêtin ser gelek malan û 2 jê jin 3 kes kirin binçavan. -
Mihemed: Bi serketina Kobanê re xwe nêzî rêveberiya xweser kirin
Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewropa Sînem Mihemed diyar kir hevdîtinên wan bi dewletên derve re destpêka avakirina têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re ye. -
Li Kolnê bi hezaran kes li dijî faşîzma AKP û DAIŞ'ê dimeşin
Li bajarê Elmanya Kolnê bi hezaran kes bi dirûşmeya "Rê ji faşîzma AKP-DAIŞ'ê re nîne" û "Ji şer re na" meşiyan. -
Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
HDK'ê li Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da. -
FEDA êrîşa çekdarî ya li hemberî rêveberên Elewî şermezar kir
Desteya Pîran a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) êrîşa çekdarî ya li hemberî Serokê Giştî yê ABF Bakî Duzgun û Serokê Giştî yê AKD Dogan Demîr şermezar kir. -
Rewşenbîran banga 'bi aqilane tevbigere' li AKP'ê kirin!
Nerazîbûnên li hemberî hikûmeta Tirk ên ji ber bidawîkirina agirbesta 3 salan, dewam dikin. Rêxistinên civakî yên sivîl û rewşenbîran banga 'bi aqilane tevbigere' li AKP'ê kirin. -
Li Şirnex, Silopiya û Cizîrê dikan nehatin vekirin
Bi armanca şermezarkirina komkujiya duh a li Silopiyayê, li Şirnex, Silopiya û Cizîrê îro jî dikan nehatin vekirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: 22 girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk dewam dikin. Ji welatiyên li Sêrt, Êlih, Semsûr û Bedlîsê di serdegirtinan de hatin binçavkirin 22 kes bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin. -
Mînîbusa Sûriyeyî tê de bû qulipî: 9 mirî
Li navçeya Balikesîr Havranê, mînîsbusek Sûriyeyî tê de bûn qulipî û di bûyerê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 kes birîndar bûn. -
Yuksekdag: Beriya her tiştî divê muzakere destpê bike
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bûyerên dema dawî nirxand û got, "Kengî Desteya Şopandinê hat avakirin û muzakereyan destpê kirin, hingî wê pêşî li aştiyê vebe." -
ZDF'ê polîtîkaya şer a AKP'ê aşkera kir
Di bernameya çandê ya bi navê Aspekte ya duh bi şev li televızyona dewletê ya Elman ZDF hat weşandin de beşek bi serenavê "Bihara Kurdan ê fetisandin?" hat weşandin û bal hat kişandin ser operasyonên dewleta AKP'ê yên ji bo tinekirina Kurdan. -
DAIŞ'ê navên 2 hezar kesên li Mûsilê qetil kir aşkera kir
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê li Mûsilê herî kêm 2 hezar kes qetil kirine û lîsteya navên qurbaniyan li meydanan daliqandine. -
MUB: Divê gelê me li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bi çekan li ber xwe bide
MUB'ê got, "Em bang li gelê xwe yê li Sûriye û Iraqê dikin ku li dijî rêxistina hov DAIŞ'ê rahêje çekan û li ber xwe bide. Her wiha bang li gelê xwe yê li çar aliyên cîhanê dikin ku bi çalakiyan dengê xwe bide bihîstin." -
Tecrîd li Allesandrîa hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Îtalya Allesandrîayê hat protestokirin -
Trîttîn: Bi şerê li dijî PKK'ê re DAIŞ tê xurtkirin
Yek ji siyasetmedarên girîng ên Partiya Keska a Elman (Grunen) Jurgen Trîttîn bersiv da nameyeke YXK'ê û destnîşan kir ku şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd, DAIŞ'ê xurt dike. -
Beştaş: AKP dixwaze bi rêvebernameya nû ser komkujiyan bigire
Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP’ê Beştaş diyar kir, AKP dixwaze bi rêvebernameya nû ser komkujiyan bigire. -
CDK-F’ê, li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê banga tevlîbûna çalakiyan kir
CDK-F’ê polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar kir, banga tevlîbûna gel li çalakiya ku wê 8’ê Tebaxê li Qada Rêoublique bê lidarxistin kir. -
Heyeta HDP’ê diçe Silopiya
HDP diçe navçeya Silopiya ya Şirnexê ya terora dewletê li hember gel pêk tê. -
Li Berlînê mîtînga 'em ê rê nedin faşîzma AKP û DAIŞ'ê; ji şer re na'
Li paytexta Elmanya Berlînê, AKP û DAIŞ hatin protestokirin. Her wiha dosya pêşkêşî rayedarên Wezareta Karên Derve hat kirin. -
Li Îtalyayê Kurd û dostên wan wê li dijî AKP'ê bimeşin
Li Îtalyayê, di 8'ê Tebaxê de wê polîtîkaya şer a AKP'ê were şermezarkirin. -
Balûken: Operasyoneke mezin a xapandinê heye
Endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken diyar kir ku tevî êrîşên leşkerî û siyasî hewl tê dayîn atmosfereke 'pêvajoya çareseriyê dimeşe' were afirandin û got, "Bila haya gelê me ji vê operasyona xapandinê hebe." -
Hejmara mirovên li Silopiyayê hatin qetilkirin bû 3
Li Silopiyayê, Kamûran Bîlîn ê ji ber êrîşa polîsan ji sînga xwe ve bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Hejmara welatiyên li Silopiyayê ji ber terora polîsên Tirk jiyana xwe ji dest dan derket 3 kesan. -
HDP'ê ji bo rakirina 'Paketa Ewlekariyê ya Hundir' qanûn pêşniyar kir
HDP'ê ji bo rakirina 'Paketa Ewlekariyê ya Hundir' ku rê li ber gelek kuştinên bêdaraz vekir, qanûnek pêşniyar kir.