ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji HDP'ê pêşniyar nameya lêkolîna 'Herêmên Qedexe'
HDP'ê destnîşan kir ku biryara 'Herêmên Qedexe' ya AKP'ê tê wateya betalkirina demokrasiyê. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ji Meclîsê xwest biryara 'Herêmên Qedexe' ya hikûmeta AKP'ê ya demkî lêkolîn bike. -
'AKP'ê rêvebernameya komkujiyan zêde bike, derxist'
Rêvebernameya AKP'ê ya ku bi awayekî antî demokratîk mafên civîn û xwepêşandanan asten dike, rastî nerazîbûna hiqûqnasan hat. Parêzer Çalli ji vê re got, "hiqûqa terorê", parêzer Keskîn jî diyar kir ku divê civak li kolanan bersivê bide vê. -
Qirkirina siyasî dewam dike: 12 binçavkirin, 8 girtin
Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Her roj bi dehan kes tên girtin û binçavkirin. Li Sêrt, Wan û Enqereyê 10 kes hatin binçavkirin, li Amedê jî 8 kes hatin girtin. -
Polîtîkayên şer ên AKP'ê wê li Brukselê werin şermezarkirin
Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, wê li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî ve bi çalakiyekê werin şermezarkirin. -
Komkujî li Bordeaûxê hat protestokirin
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber avahiya Şaredariyê ji bo sê rojan konê agahdarkirinê veda. -
Li Silopiyayê polîsan gule li gel reşandin: 2 mirî, 8 birîndar
Polîsên Tirk ên ku danê sibehê dor li taxa Zapê ya Silopiyayê girtin, gule li gel reşandin. 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku polîsan 6 mal jî şewitandine. -
Tecrîd li Hîldesheîmê hat protestokirin
Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Hîldesheîmê hat protestokirin. -
Li Amsterdamê çalakiya 3 rojan
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, ji bo şermezarkirina êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî qadên gerîla, komkujiya Zergelê û komkujiya Pirsûsê, ji bo sê rojan rêze çalakî tên lidarxistin. -
Yuksekdag: Bi fezlekeyê re nikarin çavê min bitirsînin
Hevseroka HDP'ê Yuksekdag ji bo hêzên der heqê wê de ji ber parastina şoreşa Rojava fezleke amade kirine got, "Ev 23 sal in ji xeleka ji agir derbas dibim û siyasetê dikim. Berî sê mehan mafê destlênedanê tinebû, lê min dîsa jî siyaset dimeşand." -
Obama ji Tirkan re got: Şerê li dijî DAIŞ'ê ji bo bombekirina Kurdan bi kar nînin
Tê gotin ku hewldanên Tirkiyeyê yên bi qebûlkirina daxwazên DYA yê di şerê li dijî DAIŞ'ê de dixwaze şerê xwe yê li hemberî Kurdan rewa nîşan bide, di asta herî bilind de nayê qebûlkirin. -
Koç: Ji bo meşa 8'ê Tebaxê ya li Kolnê em li benda tevlîbûnê ne
Di 8'ê Tebaxê de wê li bajarê Elmanya Kolnê bi dirûşmeya 'Em rê nadin AKP û faşîzma DAIŞ'ê', 'ji şer re na' meş û mîtîngeke girseyî were lidarxistin. -
Li dijî qereqola Bebleşîn êrîş
Li hemberî Qereqola Jendermeyan a Bebleşîn a li navçeya Wan Elbakê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin. -
HDP’ê têkildarî ‘Înfazên bê daraz’ serî li NY da - HAT NÛKIRIN
HDP’ê têkildarî înfazên bê daraz û komkujiyan serî li NY da. Di metna serlêdanê de, hat diyarkirin ku mimkun e komkujiyên sivîl zêde bibin, hat xwestin ku berpirsyar û fail derkevin holê û bên darizandin. -
Meclîsê bersiv da serlêdana HDP'ê ya ji bo rakirina destlênedanê
Meclîsê bersiv da serlêdana HDP'ê ya ji bo rakirina destlênedana parlamenterên xwe. Serokatiya Meclîsê di bersivê de got, "Karekî li Serokatiya me bê kirin nîne, komîsyona pêwendîdar hînê ava nebûye." -
Salih Muslim bi lîderê Fîlîstînê re hevdîtin kir
Heyeta Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk a Sûriyeyê, ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî di nav de bû, bi Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas re hevdîtinek kir. -
Karker wê li dijî şer hêza xwe ya hilberînê bi kar bînin
Hikûmeta AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê dawî li rewşa agirbestê ya 3 salan anî, rastî nerazîbûnên tund ên raya giştî tê. -
Heyeta HDP'ê bi Dervîşoglû re hevdîtin kir
Ji endamên Heyeta Îmraliyê ya HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken, di êvara 4'ê Tebaxê de bi Musteşarê Sîstema Cemaweriyê Mûhammet Dervîşoglû re hevdîtin kirin. -
Akademîsyenan ji bo agirbesta zexmkirî bang kirin
Akademîsyenan xwestin şer bê sekinandin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û bang agirbesta zexmkirî kirin. -
AKP di şer de israr dike: Bi dehan kesên din hatin binçavkirin
Hikûmeta AKP'ê konsepta xwe ya şer dewam dike. Di operasyonên qirkirina siyasî yên li gelek bajar û navçeyan de bi dehan kesên din hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di van operasyonan de polîsan îşkence jî li welatiyan kirine. -
Komkujiya Şengalê li Freîbûrgê hat şermezarkirin
Komkujiya Şengalê li bajarê Elmanya Freîbûrgê hat şermezarkirin. -
Ji Balûken hişyariya 'AKP wê şer giran bike'
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken destnîşan kir, ku ragihandina "herêmên ewle' nîşan dide ku AKP amadekariyan dike ji bo serî li operasyonên tinekirina girseyî bide. -
Cemîl hez dikir ji bo mirovên din bijî
Hevsera 33 salan a şehîdê Pirsûsê Cemîl Yildiz Sûltan Yildiz: Cemîl hez dikir ji bo mirovên din bijî. Dema bi siyasetê re mijûl dibû ji bo zarokên xwe jî bavekî hêja bû. 33 salan qet min ne êşand. Me gelekî ji hev hez dikir. -
Hêzên kontra li taxa Hezare ya Qelqeliyê gefê li gel dixwin
Hat îdîakirin ku hêzên kontra yên li taxa Hezare ya navçeya Wan Qelqeliyê digerin, keyayê gund Adîl Kaplan revandine û 24 hezar TL pere xwestine. -
MST û KHRAG komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin
Tevgera gundiyê bê erd û KHRAG, komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin. -
Rêya Dêrsim-Erzînganê dîsa hat girtin
Li dû teqîna li ser rêya Dêrsim-Erzînganê, rêya bejahî careke din li çûnûhatinê hat girtin.