ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Buşra wê bi kenê xwe bê bîra me'
Hevalên wê, hevrêyên wê Dûygû Bozkûrt û Okan Danaci, şehîda Pirsûsê Buşra Mete vegotin: Buşra bi çavên xwe diaxivî. Kenekî bedew ji jiyana me kêm bû. Buşra wê bi kenê xwe bê bîra me. -
Li Dêrsimê operasyona li dijî DHF
Li Dêrsimê polîsan danê vê sibehê avêtin ser malên endam û alîgirên DHF. -
Polîsan avêtin ser malên Hevşaredar û Hevserokên DBP'ê yên Şirnexê
Li Şirnexa ku Serokkomar Erdogan ji bo wê gotibû "Wê bedela wê bidin", polîsên Tirk avêtin ser malên Hevşaredar û Hevserokên DBP'ê yên bajêr. Di serdegirtinan de 3 kes hatin binçavkirin. -
22 Xiristiyanên li Til Temirê hatin revandin serbest hatin berdan
Hat ragihandin ku beşek ji sivîlên Xiristiyan ên di meha Sibatê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di dema hewldana dagirkirina gundên Til Temirê de hatin revandin, serbest hatiye berdan. -
Polîsan avêtin ser mala SGDF'yiyan
Polîsên tîmên taybet avêtin ser mala SGDF'yiyan û xwestin ciwanan li erdê dirêj bikin û li wan bixin. Polîsên ku biryara lêgerînê nîşan nedan, ji malê tiştek nebirin û çûn. Kesek nehat binçavkirin. -
Aysen Fûrhoff li Gurcîstanê dest bi greva birçîbûnê kir
Penabera siyasî û welatiya Swêdê Aysen Fûrhoff a ji ber lêgerîna Tirkiyeyê bi rêya Înterpolê li Gurcîstanê hat girtin, bi daxwaza serbesberdanê ji 10'ê Tebaxê roja Duşemê û pê ve dest bi greva birçîbûnê kir. -
DYA, daxuyaniya Sînîrlîoglû derewand
DYA, daxuyaniya Muşteşarê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû ya “Di mijara herêma bi ewle ya li bakurê Sûriyeyê lihevkirin çêbû” derewand. -
CHP’ê 'hikûmeta reformê' xwest
Desteya Rêveber a Navendî ya CHP’ê bi rojeva koalîsyonê civiya. CHP’ê 5 xalên serenavên pirsgirêkan aşkera kir û hikûmeta reformê xwest. -
HDP’ê der barê Şenturk ê di tevna civakî de nıjadperestî kir gilî kir
HDP’ê der barê Ahmet Atîlla Şenturk ê bi sifetê profesoriyê dixebite gilî kir. Şenturk di tevna civakî de bi gotinên, “Di berdêla her şehîdekî de divê li parlamenterek HDP’ê bixin” ku nîjadperestî kir û hewl dide dijmintiyê bike. -
Sancar: Çima Çîtîl ê qetil kir, îşkence û tecawiz kir hat terfîkirin?
Parlamenterê HDP’ê Sancar, terfîkirina Çîtîl ê qetlîamker anî Meclîsê. Sancar eleqeya terfîkirinê ya bi polîtîkaya şer re pirs kir. -
Rêxistina Efûyê: Hikûmeta Tirk li Zergelê sîvîl qetil kirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştrast kir ku kesên li Zergelê hatine qetilkirin sîvîl in. -
Bîlgen: Ruhê 90'î ketiye nava AKP’ê
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî daxuyaniyên wekîlên AKP'ê yên hilbijar û wekîlên HDP'ê hedef digirin de got, "Hurmet nîşandayîna vîna hilbijêran pêwîstiya demokrasiyê ye." -
Polîsan îşkence li namzetê HDP'ê Yagiz kirin
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Êlihê Hasan Yagiz, di serdegirtina malê de ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin. Yagiz li binê çavan rastî îşkenceyê hat û ji ber vê yekê li bedena wî birîn der bûn. -
Li Sûltanbeyliyê 3 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên piştî êrîşa bombeyî ya duh a li hemberî navenda polîsan a li Sûltanbeyliyê de, 3 kes hatin binçavkirin. -
HDP'ê ji bo komkujiya Zergelê pêşniyara komîsyona lêkolînê kir
Parlamenterê HDP'ê yên li Zergelê lêkolîn kirin, komkujiya dewleta Tirk a li vî gundî xistin rojeva Meclîsê. Parlamenteran ji AKP a digot, 'Yên hatine qetilkirin ne sivîl in' xwestin, komîsyona lêkolînê bê avakirin. -
Partiya Sosyalîst: Divê çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) destnîşan kir, ku Tirkiye di bi navê şerê li dijî DAIŞ'ê de li hemberî Kurdan şer dike û xwest, çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin. -
'Şer ne tenê pirsgirêka Kurdan e, ya hemû gelan e'
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedarên li Wanê, şerê bîst rojên dawî yê li Kurdistanê nirxandin û banga 'tavilê tecrîdê rake û li maseya muzakereyê vegere' li hikûmetê kirin. -
Bayik ji BBC re axivî
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke bi saziya weşanê ya Îngilîz BBC re diyar kir ku Tirkiye hewl dide DAIŞ'ê biparêze. -
7 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
Polîsan li Îzmîrê êrîşî standa piştevaniya bi Kobanê re kirin û 7 kes kirin binçavan. -
Li Hopayê êrîşa faşîst; alozî didome
Li navçeya Hopa ya Artvînê faşîstan duh êvarî êrîşî ciwanekî HDP’yî îro jî êrîşî ciwanekî endamê Halkevî kirin. Piştî êrîşan aloziya rû da didome. -
Baluken: Wezaretê, qebûl kir ku YPG’yî teslîmî çeteyan kirine
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku musteşarên Wezareta Karên Hundir qebûl kir ku 6 YPG'î teslîmî El Nusra kirine. -
Êrîşa li Sûltanbeylî HSB’ê girt ser xwe
Rêxistina bi navê HSB'ê êrîşa bombeyî ya li hemberî Navenda Polîsan a Fatihê ya Sultanbeyliyê girt ser xwe. -
HDP’ê înfazên li Silopiyayê anî Meclîsê
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, ji bo komkujiya li Silopiyê bê ronîkirin û berpirsyar derkevin holê pêşnûme pirs û pêşnûme lêkolîn pêşkêşî Meclîsê kirin. -
Ji Hîndîstanê banga 'şer bisekinîne' li AKP'ê hat kirin
Li Hîndîstanê di çalakiyekê de banga 'şer bisekinîne' li AKP'ê hat kirin. Gelek amadekîsyen, siyasetmedar, nûnerên civakî yên sivîl û rêxistinên Kurdistanî mora xwe danîn binê metna bangawaziyê. -
Li Brîngtohê li dijî êrîşên AKP'ê bang li YE, NY û DYA hat kirin
Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.