Aysen Fûrhoff li Gurcîstanê dest bi greva birçîbûnê kir

Penabera siyasî û welatiya Swêdê Aysen Fûrhoff a ji ber lêgerîna Tirkiyeyê bi rêya Înterpolê li Gurcîstanê hat girtin, bi daxwaza serbesberdanê ji 10'ê Tebaxê roja Duşemê û pê ve dest bi greva birçîbûnê kir.

Penabera siyasî û welatiya Swêdê Aysen Fûrhoff a ji ber lêgerîna Tirkiyeyê bi rêya Înterpolê li Gurcîstanê hat girtin, bi daxwaza serbesberdanê ji 10'ê Tebaxê roja Duşemê û pê ve dest bi greva birçîbûnê kir.

Fûrhoff xwest daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo radestkirinê were redkirinç Fûrhoff ji Wezaretên Karên Derve û Edaletê, Wezareta Karên Derve ya Swêdê û Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê re name şand û, sedema destpêkirina greva xwe ya birçîbûnê vegot.

Parêzerê Fûrhoff ê li Gurcîstanê da xuyakirin ku doz wê di meha Îlonê de li dadgehê bê dîtin û heta hingî Fûrhoff dikare daxwaza penaberiya siyasî li Gurcîstanê bike.

Tevî Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan û Tevna Rêxistinên Jinan 15 rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê daxuyaniyeke hevpar weşandin û xwestin Fûrhoff serbest bê bedan. Di medya Swêdê de jî teror û zexta Tirkiyeyê ya li penaberên li Ewropayê dijîn, bi tundî hatin rexnekirin.

DI NAVA 5 SALAN DE 7 PENABER JI BER DAXWAZA TIRKIYEYÊ HAT GIRTIN

Rojnameya Aftonbladet a bi zêdeyî 800 hezar tîraja xwe re rojnameya herî zêde li Swêdê tê firotin e, di gotareke xwe de ragihand ku ji girtina Fûrhoff li Gurcîstanê rayedarên Swêdê berpirsyar in, tevî ku dizane Înterpol lê digere ti hişyarî neda Fûrhoff.

Di gotarê de hat diyarkirin ku di nava 5 salên dawî de li Swêdê 7 penaberên xwedî mafê mayînê, li ser daxwaza Tirkiyeyê hatine girtin.

Rojnameyê da zanîn ku ragirtina Fûrhoff li girtîgehê ji bo wê û malbata wê trajediyeke û destnîşan kir ku eger Gurcîstan radestî Tirkiyeyê bike ew ê rastî îşkenceyê were û emrê xwe di girtîgehê de derbas bike.

Di gotara bi îmzeya rojnamevan Kurdo Baksî û Mûrat Kûseyrî de bang li Wezareta Karên Derve ya Swêdê tê kirin ku dîplomasiyeke aktîf bikin û ji bo berdana Fûrhoff bikeve nava tevgerê.

12. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, Fûrhoff a di sala 2012'an de 5,5 salan li zîndanên Tirkiyeyê hat ragirtin, bi sûcdariya 'endametiya rêxistineke çep a derveyî qanûnê ye' û 'bi şîdetê xwestiye destûra bingehîn biguherîn' cezayê ragirtina heta bi hetayê dabû Fûrhoff.