'Şer ne tenê pirsgirêka Kurdan e, ya hemû gelan e'

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedarên li Wanê, şerê bîst rojên dawî yê li Kurdistanê nirxandin û banga 'tavilê tecrîdê rake û li maseya muzakereyê vegere' li hikûmetê kirin.

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedarên li Wanê, şerê bîst rojên dawî yê li Kurdistanê nirxandin û banga 'tavilê tecrîdê rake û li maseya muzakereyê vegere' li hikûmetê kirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dan xuyakirin ku daxwaza aştiyê ya Kurdan bi tena serê xwe têrê nake, lewma divê welatiyên Tirk, Ermenî, Laz, Çerkez, Boşnak jî dakevin kolanan û bêjin 'Êdî bes e, em şer naxwazin'. Nûneran gotin, 'Şer felaketa me hemûyan e, aştî rizgariya me hemûyan e.'

'TÊRÊ NAKE KU BI TENÊ KURD ŞER BIKIN'

Hevseroka Tum Bel-Sen Şaxê Wanê Eylem Ûca diyar kir ku girîng e di vê pêvajoyê de aştiyeke bi rûmet were destnîşankirin û diyar kir ku eger hikûmet dixwaze bi civakê bide bawerkirin ku alîgirê edalet û aştiyê ye, divê rewşa bêbawerî ya ji ber qanûna ewlekariya hundir derket holê û hemû mafên demokratîk tine kir, ji holê rake. Ûca got, "Her wiha divê tecrîda li ser afirînerê pêvajoya aştiyê Birêz Abdullah Ocalan tavilê were rakirin. Pêwîste hevdîtinên bi Birez Ocalan re li gel vekirî bin û alî helwestên xwe yên ji bo aştiyê bi zelalî ji raya giştî re aşkera bikin. Divê em hemû ji hewldanên xwe yên heta roja îro ji bo aştiyê hatine kirin bêhtir bixebitin.

Aştî ne tenê pirsgirêka Kurdan e, ya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Şer wê bibe felaketa me hemûyan, em ê hemû bi hev re winda bikin. Serokwezîrê welêt, li şûna bangên ji bo dawîanîna li mirina mirovan, gotinên 'em amade ne ewladên xwe feda bikin' bi kar tîne. Di pêvajoya aştiyê de divê alî bi hesasî nêzî hev bibin. Pêwîste hikûmet tavilê vî zimanî biterikîne û bi lez û bez ji bo dewamkirina pêvajoya destûra bingehînî, bixebite."

'JI PARASTINA AŞTIYÊ BÊHTIR TIŞTEKÎ BI RÛMET HEYE?'

Serokê Çev-Der a Wanê Alî Kalçik jî da xuyakirin ku peyamên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di hevdîtina bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê de da gelekî bi qîmet in. Kalçik diyar kir ku nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên heta niha zêde bala xwe nedidan pirsgirêkên civakî beşdarî civînê bûn, ev yek ji bo aştiyê bû hêviyek û got, "Li cîhanê gelo ji parastina aştiyê bêhtir tiştekî bi rûmet heye? Qîrîna Demîrtaş a ji bo aştiyê, dijderketina li vê zilmê, banga wî ya ji bo aştiyê gelekî watedar e. Eger gelên Tirkiyeyê aştiyê bixwaze, ti hêz wê nikaribe li dijî aştiyê derkeve. Weke rêxistinên civakî yên sivîl girîng e em xwedî aştiyê derkevin, her roj daxuyaniyan bidin çapemeniyê û ber bi Enqereyê ve bimeşin. Divê her kes bi berpirsyarî rabe. Ji bo Kurd, Ermenî, Tirk, Laz, Azerî û tevahiya civakê şer felaketeke. Aştî ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Em hemû bi hev re winda dikin. Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve. Girîng e hikûmet dest ji sorkirina şer berde. Ji hikûmetê hêvîkirina aştiyê şaş e, eger her kes xwedî li aştiyê derkeve, ji xwe wê bê. Bi taybetî divê dayikên Tirk û leşkeran li dijî şer dakevin kolanan. Bi vî rengî em ê karibin pêşî li mirinan bigirin."

'AŞTÎ PÊWÎSTIYA HEMÛ GELAN E'

Endamê Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Azîm Yacan da xuyakirin ku şer ti carî nebûye tercîha Kurdan û got, "Tevî ku Kurd li her qadê rastî asîmîlasyon û qirkirinê hatin jî, aştî parastin. Tevî bombekirin û komkujiyên heta roja îro, dibêjin aştî. Girîng e ev baş were fêmkirin. Ev helwesteke gelekî bi qîmet e. Ji bo yên bi Kurdan re li dora maseyê rûniştin aştî 'pêngaveke polîtîk' bû, lê ji bo Kurdan wijdan û edalet e. Ji aliyê însanî, wijdanî, îdeolojîk û olî ve aştî ji xwe re weke referans dîtin. Lewma divê her kes ji bo aştiyê dakeve kolanan. Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Weke gelên Tirkiyeyê, em nema dikarin barê şerekî 40 salên din rakin. Divê hikûmet tavilê li maseya muzakereyê vegere û dawî li tecrîda li ser Birêz Ocalan bîne."

'HIKÛMET DIXWAZE LI SALÊN 90'Î VEGERE'

Endama Meclîsa Şaredariya Îpekyolû Şevîn Guler jî ragihand ku pêvajoya aştiyê ya 2 salan dewam kir di nava gel de veguherî hêviyeke mezin. Guler anî ziman ku gel cara yekemîn ewçend nêzî aştiyê bûn, lê belê hikûmeta AKP'ê ji bo vê hêviyê biqedîne pêvajoya nû ya şer daye destpêkirin. Guler got, "Tevî benda ji sedî 10 a antî demokratîk, gelan bi rêjeya ji sedî 13'an nîşan dan ku çiqasî aştiyê dixwazin. Bi derbaskirina ji vê bendê re gelan xwe hîn bêhtir nêzî aştiyê dîtin. Derbasbûna ji bendê wê dawî li xwîn û rondikên tên rijandin bi aniya. Lê desthliatdariyê bi komkujiya li Pirsûsê re nîşan da ku ew ne alîgirê aştiyê ye, alîgirê şer e. Ji ber ku pêvajoya aştiyê ya li bendê bû dengê wê zêde bike îstîsmar kir û gava dît deng bi dest nexist, welat ber bi kaosê ve bir. Ji bo li ser desthilatdariyê bimîne, bi dehan canên me, ewladên me anî hemberî hev. Û careke din li salên berê vedigere. Dewlet dema li salên 90'î vedigere, hesap nake ku salên niha ne ew sal in. Zilm, komkujî û mirinên di salên 90'î de hatin kirin, bi tenê li gelê Kurd hatin kirin. Lê belê ne tenê li hemberî Kurdan niha li tevahiya welêt zilm û komkujî hene. Temamiya zarokên di şer de jiyana xwe ji dest didin, zarokên me ne. HDP'ê bi gotina 'em ê nehêlin hûn şer bidin destpêkirin' dest bi pêngaveke nû kir. Em heta dawiyê destekê didin vê pêngavê û em ê rê nedin şer."

...