Bûdak ê li Pirsûsê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Vatan Bûdak ê di komkujiya li Pirsûsê de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Vatan Bûdak ê di komkujiya li Pirsûsê de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Di komkujiya li Pirsûsê ya li hemberî ciwanên sosyalîst ên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê li ser rê bûn, 31 ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes birîndar bûbûn. Ji birîndaran Vatan Bûdak jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku Bûdak ê li Stenbol Kartalê dihat dermankirin duh bi şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. SGDF agahiya mirina Bûdak bi tweeta "Me canekî xwe yê din ji dest da. Me #VatanBudak ê li Pirsûsê bi giranî birîndar bûbû ji dest dan. Bila serê malbatê û hemû dostan sax be" ragihand.
Cenazeyê Bûdak wê saet di 13:30 de bi nimêja li Mizgefta Yenîdogan a li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, bê veşartin.