DYA: YPG'ê li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke 'awarte' meşand
Di salvegera yekemîn a tevgera hewayî ya koalîsyona bi pêşengiya DYA de, tê gotin ku derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin.
Di salvegera yekemîn a tevgera hewayî ya koalîsyona bi pêşengiya DYA de, tê gotin ku derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin.
Di salvegera yekemîn a tevgera hewayî ya koalîsyona bi pêşengiya DYA de, tê gotin ku derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin. Di encama operasyonên ku heta roja îro 6 hezar sortî hatine kirin de, hat ragihandin ku ji sedî 25-30 ê çeteyên li Iraqê bê tevger hatine hiştin. Her wiha bi taybetî bal tê kirşandin ser berxwedana li Rojava.
Li gorî bîlançoya salekê ya ji aliyê Wezareta Parastinê ya DYA ve hat weşandin, çeteyên DAIŞ'ê hema hema li hemû eniyan windahiyên giran dane. Di bîlançoyê de hat destnîşankirin ku du ji sê parên sînorên bakurê Sûriyeyê (Rojava) ji aliyê hêzên antî-DAIŞ ve tên kontrolkirin û hat ragihandin ku li Iraqê jî serketinên girîng bi dest hatine xistin.
Li gorî Wezaretê, li qadeke ji 30 ên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, çete nikarin mîna beriya salekê lê tevbigerin.
Di bîlançoyê de bal hat kişandin ser têkoşîna 'awarte' ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li hemberî çeteya de û hat gotin ku rêyên ragihandinê yên çeteyan ên li sînorên Iraq û Sûriyeyê hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye bi qasî 60 welat tevkariyê li koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA dikin.