ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Jochîm ê Elman banga beşdariyê
Şoreşgerê Elman Jochîm ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, di 22'ê Tebaxê (sibe) de wê li bajarê Karlsrûhe bê veşartin. -
Yek jê zarok 7 kes li Edeneyê hatin binçavkirin
Li Edeneyê, yek jê zarok 7 kes hatin binçavkirin. -
Îşkence, binçavkirin û girtin didomin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê ya demkî didomin. Polîsên AKP'ê yên konsepta şer bi cih t^niin, gelek kes kirin binçavan. Li Colemêrg û Mersînê 4 kes hatin girtin. -
Yuksekdag: Em bi darbeyekê re rû bi rû ne
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku bi darbeyeke pratîkî bersiv ji daxwazên guhertinê yên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derketine holê re hatiye dayîn û anî ziman ku siyaseta navendî bersivê nade pêwîstiyên civakê. -
Ji Baskê peyama piştgiriya gelê Kurd
Ji welatê Baskê Komite Internazionalistak (Komîteya Navneteweyî) bi peyamekê piştgirî da gelê Kurd. -
Astengkirina înternetê ya li Kurdistanê ket rojeva Meclîsê
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê astengkirina înternetê ya li bajarên Kurdan de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Ragihandinê Ferîdûn Bîlgîn kir. -
Li Balafirgeha Arlanda ya Stockholmê AKP hat protestokirin
Li Balafirgeha Arlanda ya paytexta Swêd Stockholmê, êrîşên AKP'ê yên li hemberî Kurdistanê hatin şermezarkirin. -
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Rotterdamê hatin protestokirin
Polîtîkayên şer ên AKP’ê li bajarê Rotterdamê Holandayê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hat protestokirin. -
Wallstrom: Eger alî bixwazin em dikarin tevkariyê li hewldanên aştiyê bikin
Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom a bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş re civîna çapemeniyê ya hevpar pêk anî got: “Eger alî bixwazin bi awayekî çêker dikarin tevkariyê li hewldanên aştiyê bikin.” -
Li Arjantînê çalakiya piştevaniya gelê Kurd
Li Arjantînê polîtîkaya şer a AKP'ê hat şermezarkirin û piştgirî ji gelê Kurd re hat nîşandan. Di çalakiyê de hat xwestin, Erdogan bê darizandin. -
AKP li Viyanayê hat protestokirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, polîtîkayên AKP'ê yên şer ên li Gimgim, Şemzînan û tevahiya Bakurê Kurdistanê dimeşîne, hatin şermezarkirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin: Li gelek bajaran binçavkirin û girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP di çarçoveya konsepta xwe ya şer de dimeşîne, zêde dibin. Li gelek bajar û navçeyan her roj bi dehan kes tên binçavkirin û girtin. -
'Civata Îsmaîl Aga endaman dişîne ji DAIŞ'ê re'
Ramazan Başol ê ji Konyayê xwest tevlî DAIŞ'ê bibe û ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, diyar kir ku civata Îsmaîl Aga ya li Konyayê dixebite, ew şandiye nava DAIŞ'ê. -
HDP: Binçavkirina rêveberên herêmî bisekinînin
HDP'ê xwest operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî rêveberên herêmî yên hatine hilbijartin, werin sekinandin. -
ÎHD: Ya li Giyadînê qewimî înfaza bêdaraz e
ÎHD'ê rapora xwe ya li ser înfaza bêdaraz a li Giyandînê aşkera kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku zelal bûye; bûyer înfaza bêdaraz e û hat ragihandin ku gerîlayekî HPG'ê bi birîndarî hatiye qetilkirin. -
Rapora NY: Karkerên Kurd li êrîşên nîjadperestî rast tên
Kurdên li malên ji qamîş ên li bajarokê Tûzla yê Edeneyê dijîn, ji bo komkirina bindeqan çûn Duzceyê, lê rastî êrîşan nîjadperestan ahtin. Nûnerê Bernameya Pêşvebirinê ya NY Guvenç diyar kir ku gefa li karkerên Kurd dewam dike. -
Di dosya Pirsûsê de fezlekeya sosret
Polîsên ku di lêpirsîna komkujiya li Pirsûsê de ev meheke gavek bi tenê jî neavêtine, fezlekeye sosret amade kirin. Der heqê DAIŞ'î de lêpirsîna "endametiya rêxistina terorê" hat vekirin. Lê belê polîs di fezlekeyê de cih neda navê rêxistinê jî. -
Polîsan li Esenlerê Firat Elma yê 17 salî qetil kirin
Derket holê, ciwanê li Esenlerê di xwepêşandana protestokirina AKP'ê de jiyana xwe ji dest da Firat Elma yê 17 salî ye. Polîsan piştî ku Elma qetil kirin, bêyî agahiyê bidin malbatê, cenaze birin Saziya Tipa Edlî. -
Li binçavkiriyên li Amedê îşkenceya polîsan!
Polîsên Tirk ên li navçeyên Amedê avêtin ser malan, îşkence li hevşaredaran, jinên extiyar û zarokên li malan kirin. -
Şerê qirêj ê AKP-DAIŞ'ê li Munchenê hat teşhîrkirin
Li konê agahdarkirinê yê li Munchenê hat vedan, bal hat kişandin ser şerê qirêj ê AKP-DAIŞ'ê û banga çalakiyê li jinan hat kirin. -
Rojnamevan ji bo sansurê bişikînin diçin herêma şer
Rojnamevanan, ji bo zextên di şerê li Kurdistanê de li rojnamevanan tê kirin bişikînin û sansurê ji holê rakin, biryar dan biçin herêmê. -
Li Edeneyê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê, zarok jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. -
Gelê Gazî xwerêveberî ragihand
Gelê taxa Gazî xwerêveberî ragihand. -
Polîsan ciwanekî din qetil kirin
Li Esenler a Stenbolê, polîsan ciwanekî din qetil kirin. -
Herêma Kolan a Gimgimê tê bombekirin
Dewleta Tirk, li navçeya Mûş Gimgimê ku 4 kes lê qetil kiribû, niha jî herêma Kolan a Şehîdgeha Gerîla lê ye, bombe dike.