Yuksekdag: Em bi darbeyekê re rû bi rû ne

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku bi darbeyeke pratîkî bersiv ji daxwazên guhertinê yên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derketine holê re hatiye dayîn û anî ziman ku siyaseta navendî bersivê nade pêwîstiyên civakê.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku bi darbeyeke pratîkî bersiv ji daxwazên guhertinê yên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derketine holê re hatiye dayîn û anî ziman ku siyaseta navendî bersivê nade pêwîstiyên civakê.

Yuksekdag destnîşan kir ku divê saziya siyasetê ji nû ve bê birêxistinkirin û bikeve rewşeke ku bersivê dide pêwîstiyên civakê.

Li ser banga Bloka Aştiyê ya Enqereyê, akademîsyenên li zanîngehên cuda yên Enqereyê wezîfedar in, bi rojeva 'Aştiyê' li Navendên Vîşnelîk ên ODTU, civiyan. Di civîna ku li çapemeniyê girtî pêk hat de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî amade bû.

Yuksekdag beriya civînê axivî û diyar kir ku desthilatdariya siyasî rêveberiya Tirkiyeyê xesp kiriye û dixwaze her kes li ser şer biaxive. Yuksekdag got, "Di van rojên ku axaftina li ser şer û şîdetê li ser me tê ferzkirin de, kombûna bi mijara aştiyê, berxwedaneke mezin e. Mirovên li vê derê berxwedana axaftina li ser aştiyê nîşan didin. Hevalên me yên giranbuha yên li qada akademîk dixebitin bi vê berxwedana xwe re nîşan didin ku li dijî yên li ser şer û şîdetê siyasetê dikin, berxwedaneke demokratîk a xurt ava kirine."

Yuksekdag anî ziman ku dema rewşenbîr bi gotina aştiyê li ber xwe didin, rastî êrîşa desthilatdariya siyasî tên û got, "Dema em li ser aştiyê diaxivin em dibin qaşo rewşenbîr, qaşo siyasetmedar, qaşo hunermend."

'YEK JI SEDEMÊN ŞER FERZKIRINA SÎSTEMA SEROKATIYÊ YE'

Yuksekdag anî ziman ku di dîroka Tirkiyeyê de pêngavên demokrasiyê yên civakê her tim bi darbeyan hatine astengkirin û destnîşan kir ku di roja îro de jî civaka Tirkiyeyê ya guherîn û demokrasiyê dixwaze, dîsa bi rêbazên darbe, şîdet û zextê hewl tê dayîn bê tepisandn.

Yuksekdag da zanîn ku yek ji sedemên şerê li ser gelên Tirkiyeyê tê fezkirin daxwaza rejîma 'Serokatiyê' ye û got, "Daxuyaniya Tayyîp Erdogan li holê ye. Dibêje ji aliyê pratîkî ve rejîm hatiye guhertin. Ev darbeyeke fîîlî ye. Pewîstiya saziya siyasetê ya Tirkiyeyê bi demokrasiyê hebû, lê bersiva jê re hat dayîn faşîzm bû. 28'ê Sibatê darbe bû. Yên wê rojê mexdûrê wê darbeyê bûn, îro darbeyê dikin. Li gorî xwe sparteyên vê darbeyê amade dikin. Û bi siyaseta şer re dest datînin ser vîna demokratîk a civakê. Ji bo ser sûcên xwe bigirin, şer dijwar dikin."

Yuksekdag diyar kir ku wezîfeya bingehîn a HDP'ê ji nû ve sererastkirina saziya siyasetê li gorî daxwazên mirovan e û got, "Ew şer derdixînin, hildiweşînin, şîdetê dikin. Em ê berevajî van hemûyan bikin. Em ê ji bo ji nû ve avakirinê, siyasetê bimeşînin."

Piştî axaftina Yuksekdag civîn li çapemeniyê girtî dewam kir.