Ji bo merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Jochîm ê Elman banga beşdariyê

Şoreşgerê Elman Jochîm ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, di 22'ê Tebaxê (sibe) de wê li bajarê Karlsrûhe bê veşartin.

Şoreşgerê Elman Jochîm ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, di 22'ê Tebaxê (sibe) de wê li bajarê Karlsrûhe bê veşartin.

Şervanê YPG'ê Kevîn Jochîm (Dilsoz Bihar) ê Elman, ku li bajarokê Silûkê yê Girê Spî di 6'ê Tîrmehê şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, wê di 22'ê Tebaxê roja Şemiyê de ji aliyê hevrêyên wî ve li Elmanyayê bê oxirkirin. 

Jochîm ê di sala 1993'an de li bajarê Elmanya Karlsrûhe ji dayik bû, di sala 2012'an de tevlî refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Heta sala 2015'an li gelek qadên têkoşînê cih girt.

BANGA JI BO BEŞDARIYA MERASÎMA CENAZE

Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF) daxuyaniyek weşand û got, "Em bang li tevahiya gelên xwe dikin ku beşdarî merasîma oxirkirina heval Dilsoz bikin, ku wê li Goristana Grunwînkel a Karlsrûhe pêk were. Em bang li her kesî dikin ku bi ruhekî bilind ê xwedîderketinê beşdarî merasîma cenaze ya saet 11:00 a roja 22'ê Tebaxê bibin."

Navnîşana merasîma cenaze ev e: "Friedhof Grünwinkel, Durmersheimer Str. 34, 76185 Karlsruhe."