Li binçavkiriyên li Amedê îşkenceya polîsan!

Polîsên Tirk ên li navçeyên Amedê avêtin ser malan, îşkence li hevşaredaran, jinên extiyar û zarokên li malan kirin.

Di operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê de, li hevşaredar û gelek kesên hatin binçavkirin, îşkence hat kirin.

Li gorî agahiyan, Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Alî Riza Çîçeklî, dema hatin binçavkirin, rastî îşkenceya polîsan hatine.

Polîsên tîmên taybet ên rûyê xwe bi maskeyê pêçand, Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Alî Riza Çîçeklî li erdê dirêj kirin, pê li pişta wan kirin û îşkence li wan kirin. Hat ragihandin ku polîsan her wiha çek li ferdên din ên malbatê kişandine û gefa mirinê li wan xwarine.

Polîsên Tirk ên rûyê xwe pêçandibûn, deriyê mala aktîvîsta KJA Guneş Olmez şikandin û li serê dayika Olmez dan. Di dema serdegirtinê de polîsan bi gotina 'em ê wan bikujin' gef li zarokên li malê xwarin. Polîsên Tirk aktîvîsta KJA Guneş Olmez girtin binçavan.