ROJANE
Hemû Nûçe
-
Danîmarka ji bo hilbijartinên pêşwext amade ye
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Danîmarkayê dijîn, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê amade ne. -
Li Geverê êrîşa polîsan: 3 mirî, gelek birîndar
Polîs û leşkerên Tirk bi çekên giran û hawanan êrîşî taxên Orman, Kişla û Mezarlik ên Geverê irin. Di êrîşan de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan sivîl birîndar bûn. -
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Elmanyayê hat avakirin
HDP'ê, starta hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, duh li bajarê Elmanya Kolnê bi avakirina Koordînasyona Elmanyayê re da. Koordînasyon wê ji 21 kesan pêk were û sê berdevkên xwe hebe. -
Polîtîkayên şer ên AKP'ê li Mannheîmê hatin protestokirin
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, polîtîkayên şer ên AKP'ê bi awayekî girseyî hatin protestokirin. -
Tuncel di kampa havînê ya Eniya Çep a Fransa de behsa Rojhilata Navîn kir
Di kampa havînê ya îdeolojîk a her sal ji aliyê Partiya Çep a Fransa ve ya Eniya Çep jî di nav de ye pêk tê, îsal Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel behsa Rojhilata Navîn kir. -
Fermandarê Siqur Elxab di encama êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da
Fermandarê “Hevgirtina Suqur Elxab” di encama teqîna bombeyeke di wesayîta wî de hate kuştin. -
Heyeta HDP’ê li Hopayê lêkolînan dike
Hevşaredarên Îdir, Agirî û Dîgor li gel heyeta HDP’ê ya li Hopayê lêkolînan dike cih girtin. -
Di keştiyekê de cenazeyê 50 penaberan hat dîtin
Li nêzî peravên Lîbyayê di keştiyeke de cenazeyên 50 penaberan hat dîtin. -
Li Parîsê çalakiya ‘edalet û heqîqet’ê
Kurdistaniyan ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez banga, “edalet û ronahiyê” kirin. -
Demîrtaş: Dengê şer ji Enqereyê derdikeve
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş berî gera xwe ya Viyana pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwaze. -
Parlamenterên teklîfa wezîrtiyê ji wan re hatiye şandin aşkera bû
Nave parlamenterên HDP, CHP û MHP’ê yên ji aliyê Davûtoglû ve ji bo wezîrtiyê şandine aşkera bûn. -
HDP'ê karesata li Hopa xist rojeva Meclîsê
Parlamenterê HDP'ê Olûç, karesata lehiyê ya li Hopayê rû da xist rojeva Meclîsê. -
Yîgîtalp: Walî xwest hewldana lînçê binixumîne
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a piştî êrîşa li hemberî 3 Kurdên li Eskîşehîrê bi Walî, Midûrê Emniyetê û Qeymeqam re axivî anî ziman ku rayedar hewl didin hewldana lînçê ya nîjadperest binixumînin. -
Li Dîlokê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
Li Dîlokê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. -
Yuksekdag: Di hilbijartina pêşwext de armanca me ji sedî 20 e
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag diyar kir ku di hilbijartina pêşwext a 1'ê Mijdarê de armanca wan wergirtina ji sedî 20 ê dengan e. -
Polîtîkaya şer li Toronto hat şermezarkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, polîtîkaya şer a AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hat şermezarkirin. -
Rejîma Îranê Bêhrûz Alxanî û 5 kes îdam kir
Rejîma Îranê girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî û 5 girtiyên edlî danê vê sibehê îdam kir. -
Şoreşgerên Hopayî dest bi xebatên alîkariyê kirin
Maseya Piştevaniya Sivîl a Afetê ya Hopayê, ku ji bo pêçandina birînên gelê Hopa ji aliyê şoreşger û saziyên demokrat ve hat avakirin, duh êvarê çû gund û taxan û nan, av û xwarina germ li mirovan belav kir. -
Hevşaredarê Dihê hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredarê Dihê Huseyîn Kiliç hat binçavkirin. -
Li Hopayê ji ber afetê însiyatîfa sivîl hat avakirin
Saziyên demokrat ên li Hopayê, ji bo birînên karesatê bên pêçandin însiyatîfeke sivîl ava kirin û dest bi xebatan kirin. -
Bîlgen: Em ê ji bo Hopa kampanyaya piştevaniyê pêk bînin
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, ji gelê Hopa re sersaxî xwest, diyar kir ku wê tenê heyetekê neşînin, wê kampanyaya piştevaniyê jî bi rê ve bibin. -
DAD’ê li hemberî şerê AKP’ê bang kir
DAD’ê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê da, ji bo siberojeke bi rûmet xwest li hemberî şer ref bê girtin. -
Wê hilbijartina pêşwext 1’ê Mijdarê pêk bê
Desteya Bilind a Hilbijartinê, dîroka hilbijartina pêşwext wek 1’ê Mijdarê diyar kir. -
Li Stenbolê 'Banga Aştî û Çareseriyê’
Aktîvîsta BÎKG'ê di panela "Banga aştî û çareseriyê" ya ji aliyê Platforma DGD'ê ve hat organîzekirin de axivî û diyar kir ku sedema muzakere xelasbûnê mekanîzmayên navneteweyî nehatin avakirin bû. -
Hevserokê berê yê Rêxistina DBP'ê ya Tarsûsê hat girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tarsûsê Ahmet Kizmaz bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin.