Rejîma Îranê Bêhrûz Alxanî û 5 kes îdam kir
Rejîma Îranê girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî û 5 girtiyên edlî danê vê sibehê îdam kir.
Rejîma Îranê girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî û 5 girtiyên edlî danê vê sibehê îdam kir.
Tevî bang û daxwaza Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û gelek saziyan a ji bo sekinandina darvekirinan, Îran îdaman dewam dike. Girtiyên ku duh li beşa tecrîdê hatin bicihkirin, hatin îdamkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, li bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê danê vê sibehê, girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî û 5 girtiyên edlî hatin darvekirin.
Rayedarên rejîmê duh bang li malbata Bêhrûz Alxanî kir ku ji bo cara dawî kurê xwe bibînin. Li ber Girtîgeha Ûrmiyeyê malbatên gelek girtiyan ji duh ve ji bo sekinandina înfazan disekinin. Piştî îdama danê sibehê, cenazeyê girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî û 5 girtiyên din ên edlî radestî malbatê hatin kirin.
Girtiyê siyasî Bêhrûz Alxanî di sala 1985'an de li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di 27'ê Çileya 2009'an de ji aliyê îstîxbarata Îranê Îtlaat ve li bajarê Selmasê hat girtin. Tevî Bêhrûz Alxanî li 15 kesan, bi hinceta alîkarî dane PJAK'ê, cezayê darvekirinê hat birîn.
Îranê herî dawî girtiyê siyasî Sîrwan Nejawî, tevî hemû îtirazên rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên mafên mirovan, bi darve kiribû.