ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji hunermendan banga 'dest ji şer berdin'
Gelek hunermendan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer dan û banga aştiyê kirin. -
Operasyonên girtin û binçavkirinê îro jî dewam kirin
Li Dêrsimê 8 kes hatin girtin. Li Stenbol, Şirnex û Mêrdînê jî gelek welatî hatin binçavkirin. -
Gundiyên Dêrsimî: Werin em xwedî li nirxên xwe derkevin
Walîtiya Dêrsim ku berî sê rojan rêya bejahî ya Dêrsim-Pulur, Dêrsim-Erzînganê li çûn û hatinê girt, biryar da rê veke. Gundiyan jî diyar kirin ku operasyonên li herêmê dewam dikin. -
Ji bo Şehîdên Pirsûsê li Dêrsimê 'çil parî' hatin belavkirin
Li Dêrsimê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, ji bo ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan 'çil parî' belav kir. -
Li Qilabanê tevgera kontrayan
Hat ragihandin, li derdora gundê Aruşe yê navçeya Şirnex Qilabanê tîmeke kontra ya ji 7 kesan digere. -
2 bot binav bûn: 11 mirî, 5 winda
2 botên koçberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê dibirin Yewnanîstanê binav bû. Hat ragihandin, ku 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî winda ne. -
Sonmez: Divê destûra bingehîn a nû li ser xweseriya demokratîk ava bibe!
Aborînas Mûstafa Sonmez destnîşan kir ku divê modela xwerêveberiyê bi cih were anîn û got, "Dema gel bi rêyên meclîsên, tax, herêm û şaredariyan tevlî pêvajoyan bûn, hingî mirov dikarin behsa demokrasiya rasterast bikin." -
Nûnerên Heyva Sor bi Şaredariya Lîvorno re hevdîtin kirin
Heyva Sor a Kurdistanê, bi Şaredariya Lîvorno ya Îtalyayê re, li ser pirsgirêkên li pêşiya vekirina korîdora însanî ya ji bo Kobanê, civînek lidar xist. -
Malpera DÎHA cara pêncan hat astengkirin
Qedexe û sansura dewleta Tirk a li hemberî çapemeniya azad, dewam dike. Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyon, cara pêncan malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) asteng kir. -
Înnsbruckê got, 'ji şer re na, bila bes penaber bimirin'
Kurdistanî û dostên wan ên di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Înnsbruckê daketin kolanan gotin, "ji şer re na, bila bes penaber bimirin." -
Li Bensheîmê koordînasyona hilbijartinê ava bû
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Bensheîmê dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, bi armanca destekkirina HDP'ê koordînasyoke xebatê ava kirin. -
Li dijî şerê qesrê nobeda aştiyê
Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi sedan kes bi pêşengiya Bloka Aştiyê ya Beyoglûyê li Kolana Mîss hatin cem hev û li dijî şerê qesrê nobeda aştiyê girtin. -
Polîsan êrîşî zincîra aştiyê kirin
Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê polîsan êrîş bi ser zîncîra aştiyê ya Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî dixwest pêk bîne. Di êrîşê de di nav de ku rojnamevan jî hebûn 12 kes hatin binçavkirin. -
Dayikên gerîla û leşkeran li hember şer çûn Meclîsê
Dayikên gerîla û leşkeran li Meclîsê bi HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn. Ji ber dayik li Meclîsê rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin nerazîbûn hat nîşandan. -
Li Aydinê zarokê karker ê ji înşaetê ket jiyana xwe ji dest da
Bûrhan Tûtak ê 16 salî yê li Aydinê di qata 5. a înşaetê de dixebitî ket xwarê jiyana xwe ji dest da. Li Beylîkduzu ya Stenbolê jî di hezaza ku di înşaeta apartmanekê de rû da 2 karker asê man. -
3 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
Li Îzmîrê 3 HDP’yî hatin binçavkirin. -
HDP: Divê Anadolû Ajansi dawî li weşangeriya darbeya sivîl bîne
HDP'ê nerazûneke tund nîşanî weşana Anadolû Ajansi (AA) da, ku partiya wan hedef nîşan dide. -
Heyeta Sûriyeyî li Moskowê bi Wezîr Lavrov re rûnişt
Der barê rewşa şer û berxwedana li Sûriyeyê de, li Rûsyayê hevdîtin hatin kirin. -
Polîsan avêtin ser medya Koza-Îpek Holdîng
Polîsan avêtin ser saziyên medyayê yên nêzî Cemaeta Gulen. -
Li Kopê leşker-polîsan avêtin ser gund: 9 kes hatin binçavkirin
Li Kopê, leşker û polîsên Tirk avêtin ser gundê Kekelî û 9 kes kirin bin çavan. -
Beştaş: Fermannameya AKP'ê nikare gelan ji hev cihê bike
Meral Daniş Beştaş a HDP'yî nerazîbûn nîşanî fermannameya AKP'ê da ku ji bo kesên 'sîxuriyê' bike xelatê bide û bang li AKP'ê kir ku dest ji vê pêkanînê berde. -
ÎHD: Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê aştiyê dixwazin
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê bi wesîleya 1'ê Îlonê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî qetilkirina sivîlan ji aliyê dewletê ve, da. -
Wezîrên HDP'yî: Tezkere wê Tirkiyeyê bixe nava çiravê
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Alî Haydar Konca û Wezîrê Pêşvebirinê Muslum Dogan ên HDP'yî beriya civîna Desteya Wezîran a îro li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. -
Li Ewropayê HDP'ê starta xebatên hilbijartinê da
Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E), FEDA, CÎK, FKÊ, Ciwanên Azad, Konseyên Kurd ên li welatên Ewropayê û Navendên Civaka Demokratîk, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê civînek lidar xistin. -
Tahmaz: Ji bo aştiyê divê pêşî li hevdîtinên bi Ocalan re bê vekirin
Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Tahmaz: Ji bo bêdengbûyîna çekan û bidawîbûna mirinan, divê mercên Ocalan bên başkirirn, rewşeke muzakereyê were afirandin û beriya her tiştî heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê û pê re hevdîtinê bike.