ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Toronto xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
HDP'yiyan li Toronto dest bi xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê kirin. -
Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de welatê zarokên kenê wan nîvco mayî
Dema mirov li hejmara zarokên di nava 17 salên dawî de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine qetilkirin binêrin, wê were dîtin ku Tirkiye veguheriye welatê zarokên mirî. -
Kurkçu: Xwerêveberî heqîqetek e
Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê Kurkçu destnîşan kir ku xwerêveberiyên li Kurdistanê ji ber pêwîstiya bi xweparastinê derketine holê û got, "Xwerêveberî heqîqetek e." -
Li Swîsreyê wê di navbera 8-25'ê Cotmehê de deng werin bikaranîn
Hilbijêrên li Swîsreyê dijîn, wê ji bo hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên dema 26'an, di navbera 8-25'ê Cotmehê de wê dengê xwe bi kar bînin. -
Polîsên Tirk li Geverê ciwanek qetil kirin
Tîmên tevgera taybet ên Tirk duh bi şev li Geverê ciwanê bi navê Alî Kaval qetil kirin. -
Li Girtîgeha Osmaniyeyê binpêkirina mafan di asteke xetere de ye
Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T Hemara 2. a Osmaniyeyê, ji ber bîberona şîr tê de bû bi hinceta 'qedexe' ye nehişt malbat tevlî hevdîtina vekirî bibe. Malbatên li dijî vê derketin rastî cezayê 6 mehan ê qedexekirina hevdîtinê hatin. -
Demîrtaş: HDP êdî nûnerê aştiyê, AKP jî nûnerê şer e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di dema hevdîtinên xwe yên bi rayedarên YE re, fikarên xwe yên li ser hilbijartinan bilêv kir û destnîşan kir, ku pêwîstiya pêvajoya aştiyê bi aliyekî sêyemîn heye. -
Merkel: Bi temamî ranekirina pêvajoyê ji bo Elmanya ‘bi qîmet e’
Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, got ku pêwîst e muzakereyên di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de ji nû ve werin destpêkirin. Merkel destnîşan kir ku bi temamî ranekirina pêvajoyê ji bo Elmanya ‘bi qîmet e’. -
Meclîs wê di 3’yê Îlonê de bi awayekî awarte kom bibe
Serokwekîlê Koma AKP’ê Dogan Kûbat ji bo Civata Giştî ya Meclîsê di 3’yê Îlonê roja Pêncşemê saet 13:00’an bi awayekî awarte kom bibe, serî li Serokatiya Meclîsê da. -
‘Çepa Ciwan’ a Swêd ji bo Rojava 200 hezar kron alîkarî kom kir
Rêxistinan ciwanan a Partiya Çep a Swêd ku di hilbijartina sala bihurî de ji sedî 5,7 deng wergirt û li parlamentoyê 20 kursî bi dest xist, bi armanca piştgiriya bi Rojava re di nav 3 hefteyan de 200 hezar kron alîkarî kom kir. -
HPG: 19 leşker û 2 polîs hatin kuştin
Tevgera hewayî û bomberdûmanên artêşa Tirk li hemberî herêmên gerîla ku didomin , gerîla jî bi çalakiyên bi bandor bersiv didin. Li gorî hatiye tespîtkirin di çalakiyên ku gerîlayan de 19 leşker û 2 polîs hatine kuştin. -
Li Elezîz û Amedê 6 kes hatin binçavkirin
Li Elezîz û Amedê 6 kesên din hatin binçavkirin. -
Hevşaredarên Colemêrg û Artemêtanê yên hatin girtin sewqî Enqereyê hatin kirin
Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn û Hevşaredara Colemêgê Dîlek Hatîpoglû yên ji ber daxuyaniyên 'xwerêveberiyê' hatin girtin, sewqî Girtîgeha Ragirtina Jinan a Girtî ya Enqereyê hatin kirin. -
Nêzî 200 rewşenbîran destek dan Bloka Aştiyê
Nêzî 200 rewşenbîran gotin, "Ez aştiyê dixwazim, destekê didim Bloka Aştiyê". -
Îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyeyê ket rojeva Meclîsê
HDP'ê îşkenceya li hemberî girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê, ji Wezîrê Karên Hundir pirsî. -
Li Wûppertalê xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
Li Wûppertalê, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê dest bi xebatên xwe kir. -
Grevên birçîbûnê ji wezîrê AKP'yî hat pirsîn
HDP'ê berxwedana grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî, xist rojeva Meclîsê. -
Wezîrê Pêşvebirinê Dogan: Divê hikûmet xwerêveberiyê fêm bike; dest ji qetilkirinê berde
Wezîrê Pêşvebirinê Muslum Dogan destnîşan kir ku divê dewlet, vîna xwerêveberiyê ya gel baş fêm bike. Dogan ji hikûmetê xwest, tavilê dest ji qetilkirina mirovan berde. -
Li Silopiyayê gule li avahiya HDP'ê hat reşandin-HAT NÛKIRIN
Li Silopiyayê, ku ev du roj in mirov lê tên qetilkirin, duh bi şev gule li avahiya HDP'ê hat reşandin. -
Malm: Erdogan ji bo xurtkirina AKP'ê şer da destpêkirin
Parlamenterê Partiya Gel a Swêdê Fredrîk Malm di xwepêşandaneke li paytexta Swêd Stockholmê axivî û diyar kir ku Recep Tayyîp Erdogan ê ku vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê qebûl nekir, li dijî Kurdan şer da destpêkirin. -
Segvanan êrîşî dayik û keça wê kirin
Li Silopiyayê, Fatma Ay û keça wê Berfîn a 14 salî, ku li ser banê mala xwe bûn, rastî êrîşa segvanên Tirk hatin. Di êrîşê de dayik Fatma Ay jiyana xwe ji dest da, Berfîn jî birîndar bû. -
Tûncel: Bloka Aştiyê wê di 1'ê Mijdarê de careke din bi ser bikeve
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel li Bordeaûxê axivî û got, "Li Kurdistan û Tirkiyeyê em bi rewşeke nû re rû bi rû ne. Gelê Kurd, li hemberî zext û zora dewletê, êdî di jiyaneke nû de israr dike." -
Li Mannheîm û Saarbruckenê xebatên hilbijartinê
Li bajarên Elmanya Mannheîm û Saarbruckenê, komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin. -
Dadgehê alîkariyên ji bo zarokên Wan û Kobanê weke sûç dît
Siyasetmedara Kurd aktîvîst Gulay Adîle Ertûnç, di dema erdheja li Wanê û berxwedana Kobanê de ji bo zarokên mexdûr alîkarî kom kir. Lê belê ev alîkarî weke delîlê sûcê 'ji bo malbatên endamên rêxistinê alîkarî kom kiriye' hat dîtin. -
Heyeta HDP-DBP'ê li Xaçortê lêkolîn kir
Heyeta ji rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê û ÎHD'ê, li Taxa Xaçort a bi rojan rastî êrîşa polîsan hat, lêkolîn kirin.