ROJANE
Hemû Nûçe
-
AGÎF'ê dest bi xebatên ji bo 1'ê Mijdarê kir
Hevserokê AGÎF'ê Dûman got, "Di 7'ê Hezîranê de dengên ji derveyî welat roleke girîng di serketina HDP'ê de lîst. Ji îro û pê ve em ê kêmtir razên, lê em ê ti carî nehêlin faşîzm li erdnîgariya me bi ser bikeve." -
HDP'ê li ser terora dewletê ya li Geverê rapor amade kir
HDP'ê li ser terora dewletê ya li Geverê rapor amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku dewletê êrîşî sivîlan kiriye, gel li ber xwe daye û hat xwestin ku tavilê agirbest bê îlankirin. -
Li Bazîdê 6 kesên din hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Bazîdê 6 kes hatin girtin. -
Balûken: Destên li Meclîsê bilind bibin wê hevparê şer û kaosê bin!
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken nerazîbûn nîşanî tezkereya şer da û banga 'li wijdanê xwe guhdarî bikin' li wekîlên CHP'yî kir. -
HDP'ê Qanûna Muzakereyê pêşniyar kir
HDP'ê "Pêşniyara Qanûna Muzakereyê ya ji bo Avakirina Aştiya Civakî" amade kir. Di pêşniyar qanûnê de tê destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan sermuzakerevan e, wê Heyeta Şopandinê bê avakirin û hevdîtin bên qeydkirin. -
20 saet kelepçe û odeyên weke lexemê!
Parlamenterê HDP’ê Olûç, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Antalya anî Meclîsê. -
Sirgûnên li girtîgehan ji AKP'ê hat pirsîn
HDP'ê polîtîkaya sirgûnkirina girtiyan, bi pêşnûmepirsekê xist rojeva Meclîsê. -
Yilmaz: Xwedîderketina li xwerêveberiyê divê wezîfeya hêzên demokrasiyê be
Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz, di serî de HDP û HDK'ê bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku xwedî li xwerêveberiyê derkevin û destnîşan kir, ku ne tenê li kurdistanê divê li her qada rêxistinbûyîn lê heye, xwerêveberî bê îlankirin. -
ATÎK: Em xwedî li koçberan derkevin
ATÎK'ê, ji bo koçberên di rê de jiyana xwe ji dest didin daxuyaniyeke nivîskî weşand û polîtîkayên dewletan şermezar kir. -
Gel nehişt polîsên tîmên taybet bikevin nava taxê
Li Geverê, tîmên taybet êrîşî Taxa Cûmhûriyetê kirin. Di encama berxwedana gel de tîmên taybet ên Tirk nekarîn bikevin taxê û ji neçarî xwe ji herêmê vekişandin. -
Malpera DÎHA careke din hat girtin
Malpera DÎHA'yê ji bo cara 7. danê vê sibehê hat girtin -
Li Essen û Montpellîerê xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
Li bajarê Elmanya Essen û li bajarê Fransa Montpellîerê, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê komîsyon hatin avakirin. -
Çapemeniya Başûr -1
Di cîhana me ya îro de azadiya çapemeniyê weke yek ji pîvanên bingehîn ên demokrasiyê tê nîşandan. Li welatekî çapemenî lê ne azad e, ne pêkane mirov behsa civak û sîstemeke demokratîk bikin. -
Ji pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê banga tevlîbûna festîvalê
Ji pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê Serokê Giştî yê AABK Huseyîn Mat, Rêveberê DÎDF'ê Yucel Ozdemîr û hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk ji bo aştî û demokrasiyê banga tevlîbûna 'Festîvala Gelan' kirin. -
Li Elîhê 2 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirinên siyasî de îro danê nîvro li Elîhê li ser malekê hat girtin û 2 kes hatin binçavkirin. Ji duh ve 13 kes hatin binçavkirin. -
Wekîlên Şirnexê yên HDP'yî: AKP'ê pêşî li komkujiya sivîlan vekir
Parlamenterên Şirnexê yên HDP'yî destnîşan kirin, ku polîtîkaya AKP'ê a li hemberî Kurdistanê rê li ber komkujiya sivîlan vekiriye. -
Ji bo betalikirina Fermannameya Sîxuriyê doz hat vekirin
Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, ji bo betalkirina "Fermannameya Sîxuriyê" li Dadgeha Şêwirmendiyê doz vekirin. -
Rojnamevanên Îngilîz jî hatin sirgûnkirin
Rojnamevan Jacop Phîlîp John Gîngell-Hanrahan û Phîlîp John Pendlebûry û tercûmanê wan Mûhammed Îsmaîl Resûl ên li Amedê hatin girtin, sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hatin kirin. -
CHP wê ji tezkereya şer re bêje 'erê'
CHP'ê da xuyakirin ku ew ê ji tezgereyên şer ên li hemberî Iraq û Sûriyeyê re bêje 'erê'. -
Pêncemîn Şaredariya Îtalyayê ya birayê Kobanê: Lîvorno
Piştî Şaredariyên Napolî, Genova, Palermo û Roma, Meclîsa Şaredariya Lîvorno jî bi piraniya dengan, projeya biratî û dostaniya bi Kobanê, Qamişlo û Pirsûsê re qebûl kir. -
"Divê heta 10'ê Îlonê hilbijêrên nehatibe qeydkirin nemîne"
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya derveyî welat, der barê hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hilbijêran kir. Koordînasyonê ji hilbijêran xwest, heta 10'ê Îlonê qeyda xwe çêbikin. -
Li Riha û Agirî girtin û binçavkirin
Li Riha û Agirî 4 kes hatin girtin, 3 kes jî hatin binçavkirin. -
Li Bexdayê 18 Tirkiyeyî hatin revandin
Derket holê ku 18 Tirkiyeyiyên li Bexdayê dixebitîn, hatine revandin. -
Hevşaredar û hevseroka navçeyê Nisêbînê hatin sirgûnkirin
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Zînnet Algan, sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hatin kirin. -
Li Hagenê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê hat avakirin
Li bajarê Elmanya Hangenê, pêkhateyên Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Hagenê ava kirin.