ROJANE
Hemû Nûçe
-
Balûken: Êrîşa li hember Navenda Giştî operasyoneke AKP’ê ye
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken got ku êrîşa li hember navenda giştî “operasyona lîncê ya AKP’ê ye”. -
Faşîstên xwestin bikevin Tûzlûçayirê hatin paşdexistin
Bi hezaran nîjadperest bi dirûşma, "Em ne operasyonan, komkujiyê dixwazin" ketin Taxa Tûzlûçayirê û xwestin malan bişewitînin. Gelê taxê jî li dijî êrîşan parastina rewa pêş dixe. -
Li hemberî êrîşên AKP’ê berxwedana gel mezin dibe
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, diyar kir ku di êrîşên 5 rojan de ev herî mezin îro pêk hatiye. Sariyildiz anî ziman ku li hember hemû êrîşên dewleta Tirk bi hezaran kes li kolanan li ber xwe didin. -
AKP hedef nîşan dide faşîst êrîş dikin - HAT NÛKIRIN
Hikûmeta AKP’ê ku polîtîkaya şer kir dewrê, li bajarên Tirkiyeyê li hember avahiyên HDP’ê di kontrola polîsan de êrîşên faşîstan didomin. HDK’ê li ser esasê parastina rewa bang li gel kir. -
Êrîşkarê nîjadperest bi wesayîtê êrîşî girseyê kir
Li Mamak a Enqereyê, kesekî di wesayîta xwe de dengê strana "Olurum Turkiyem" heta dawiyê bilind kir û bi wesayîtê êrîşî girseya gel a êrîşên nîjadperest protesto dikir, kir. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn. -
Li Cizîrê Îbrahîm Çîçek ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê, welatiyê bi navê Îbrahîm Çîçek ê 80 salî yê nexweş, ji ber ku polîsan nehiştin ambûlans bê taxê, jiyana xwe ji dest da. -
Faşîstan Navenda Giştî ya HDP'ê şewitandin - HAT NÛKIRIN
Komek ji 100 kesan êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kir û avahiya ji 6 qatan dan ber agir. 3 xebatkarên partiyê jî li qatê herî jor ê avahiyê asê man. -
Faşîstan di kontrola polîsan de êrîşî avahiya HDP’ê ya Aksaray kirin
Polîsan di kontrola polîsan de êrîşî avahiya HDP’ê ya Aksaray kirin. Faşîstên ku tabeleya HDP’ê daxistin, li şûna wê ala Tirk daliqandin û tabela parçe kirin. -
Polîsan li Kadikoy êrîş bir ser girseya êrîşên nîjadperest protesto dikir
Li navçeya Kadikoy a Stenbolê girseya dixwest bi daxuyaniya çapemeniyê êrîşên li hember avahiyên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û ESP’ê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hat. -
Li Enqere û Kirşehîrê li hember avahiyên HDP’ê êrîş
Li Enqere û Kirşehîrê li dijî avahiyên HDP'ê bi çavdêriya polîsan êrîşên nîjadperest pêk hatin. Di êrîşa li Kirşehîrê de êrîşkarên avahî şewitandin piştre jî berê xwe dan malên Kurdan. -
HDP: Yenî Şafak êrîşên nîjadperest rêxistin dike
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê Antalya Sarûhan Olûç diyar kir ku rojnameya Yenî Şafak êrîşên nîjadperest rêxistin dike. -
'Gel û PKK ji aştiyê re amade ye; AKP û Erdogan na'
Parlamentera HDP’ê Kolçak, bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku dengên xwe bi kar bînin. Kolçak li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku gel û PKK ji aştiyê re amade ne. -
Hevserok, wezîr û wekîlên HDP'ê wê li Cizîrê kom bibin
Parlamenterên HDP’ê wê biçin Cizîra ku terora dewletê lê zêde bûye. -
Li Bismilê li dijî berxwedanê "qedexeya derketina derve"
Walîtiya Amedê, li Bismilê "qedexeya derketina derve" îlan kir. -
Faşîstan li Konya, Mersîn, Eskîşehîr û Antalyayê êrîş kirin
Bi rêveçûna konsepta şer a AKP'ê re êrîşên faşîst jî zêde bûn. Li gelek bajar û navçeyan karkerên Kurd rastî êrîşê tên. Faşîstan êrîşî avahiyên HDP û saziyên demokratîk kirin. -
Hejmara polîsên li Îdirê mirin bû 14-HAT NÛKIRIN
Hejmara polîsên di êrîşa li hemberî polîsan a li navçeya Îdir Başanê (Aralik) mirin, derket 14'an. -
Civînên HDP'yiyan ên li Hollandayê didomin
Li Rotterdamê xebatên hilbijartinê yên HDP'yiyan zêde bûn. Di civîna bi rojeva hilbijartinê de hat xwestin ku qeyda hilbijêran were kontrolkirin. -
Li Îdirê 12 polîs mirin, 3 giran birîndar bûn
Li navçeya Îdir Başan (Aralik), di êrîşa bombeyî ya li hemberî polîsên li Deriyê Sînor ê Dilûcû wezîfedar de, 12 polîs mirin. Di êrîşê de 3 polîs jî bi giranî birîndar bûn. -
Li Mûşê 2 girtin, li Bedlîs û Amedê 4 binçavkirin
Li Mûşê 2 kes hatin girtin, li Bedlîs û Amedê jî 4 kes hatin binçavkirin. -
Li Elmanyayê seferberiya HDP'ê ya ji bo 1'ê Mijdarê didome
Li bajarên Elmanya Osnabruck û Fûlda, xebatên HDP'yiyan ên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê dewam dikin. -
Li Rûsyayê komîsyona HDP'ê ya hilbijartinê hat avakirin
Xebatên HDP'yiyên li derveyî welat ên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li her deverê belav dibin. Kurdistaniyan li Moskowê komîsyona hilbijartinê ya ji 25 kesan ava kirin. -
Yuksekdag: Em ji sindoqê re jî ji berxwedanê re jî amade ne
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji bo êrîşên duh rû dan got "prova şerê navxweyî" û destnîşan kir ku ew ji sindoqê re jî ji berxwedanê re jî amade ne. -
Gerîlayan 20 karmendên gumrikê serbest berdan
20 karmendên gumrikê yên ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. -
Polîsan avêtin ser buroyên ESP'ê
Polîsên Tirk avêtin ser buroyên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên li navçeya Maltepe û Ataşehîrê yên Stenbolê. Polîsan her wiha bi ser malên endamên partiyê de jî girtin. -
Li Êlihê 8 'Herêma Ewlekariyê Leşkerî' hatin îlankirin
Walîtiya Êlihê, li navçeyên Qabilcewz Hezo û Heskîfê 8 herêm ji bo şeş mehan weke "Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî" îlan kir.